Yekîneya Tolhildanê: Me li Amedê li notirvanekî da

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Nûman Amed diyar kir ku wan li Amedê li notirvanekî artêşa faşîst dane.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Nûman Amed got, “Di 10’ê Tebaxê de sibehê li Taxa Hûzûrevlerî ya Amedê li dijî notirvanê artêşa bi pereyan a faşîzmê çalakiyek hate lidarxistin. Piştî çalakiyê ev notirvan hate bêbandorkirin û yekîneya me bi selametî ji qadê derket.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Vê zilm û zexta dewleta Tirk a bêyî exlaq wê nikaribe wan rizgar bike. Têkoşîna me ya ku li ser xeta Rêber Apo bênavber xwe nû dike, wê barbariya faşîst û feraseta wê biavêje sergoyê dîrokê.”