Yekîneya Tolhildanê li Wanê gelek çalakî li dar xist

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Sûrê li Wanê li dijî hêzên AKP û MHP’ê gelek çalakî li dar xist.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Sûrê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got  ku, “Wê dengê berxwedêrên li zindanan û li derve li ber xwe didin, wê tarîtiya faşîzmê hilweşîne.”

Yekîneyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan ev çalakî li dar xistine.

“1’ê Kanûnê: Wesayîta gardiyanekî Girtîgeha Tûşpayê ya Wanê hate şewitandin, ji bo hişyarkirinê me bombeyeke deng avêt avahiyê.

1’ê Kanûnê: Li Kolana Çali ya Taxa Karşiyaka ya Rêya Hevrîşmê ya Wanê me marketa Şokê şewitand.

1’ê Kanûnê: Hêzên me yên xweparastinê li Kolana Ayaz 2 a Yenîmahalleyê kolanek girt, agir vêxist, dema polîs hat jî li dijî wan bi fîşekên hewayî çalakî hate lidarxistin.

2’ê Kanûnê: Li Kolana Firinê ya Taxa Karşiyaka ya Wanê hêzên me li dijî tecrîdê nivîs li ser dîwaran nivîsand, li gelek kolanan agir vêxist.

2’ê Kanûnê: Li ser Rêya Tokiyê ya Taxa Gundogdû ya Wanê hêzên me yên xweparastinê agir vêxistin dema ku dijmin ji bo tefandinê hat, bi bombeyên bi destan hatine amadekirin û bi fîşekên hewayî li wan da.

3’ê Kanûnê: Li ser rêyên Şafak û Esendere yên Taxa Bostanîçiyê li sê cihan agir hate vêxistin û fîşekên hewayî hate teqandin.

3’ê Kanûnê: Li ser rêya Fîdanlik a Taxa Şamranalti ya Wanê bi çekên ferdî li dijmin hate xistin.

4’ê Kanûnê: Li Payîzavaya Wanê cerdevanek hate hişyarkirin.”