BI DÎMEN

Yekem Festîvala Kurdên Anatoliya Navîn li Kopenhagê pêk hat

Yekem Festîvala Kurdên Anatoliya Navîn roja Yekşemê li Kopenhag a paytexta Danîmarkayê pêk hat.

Festîvalê di saet 11.00’an de dest pê kir û heya saet 21.00’an berdewam kir. Di festîvalê de ji bo nîşandana çanda kurdên Anatoliya Navîn kon hatin vedan. Hunermendên ji  Anatoliya Navîn ên Kurd ên weke Vedat Yildirim, Ergîn Xelîkan, Fîgen Fener, Genco Reşwan, Rizgar, Gursel Dayan, Ozan Miço û Cîhan Kiliç di festîvalê de derketin ser dikê û stranên xwe strîn.

FESTÎVAL WÊ HER SAL WERE LIDARXISTIN

Hevserokê PKAN'ê Alî Fûat axaftina vekirina festîvalê kir û ev yek anîn ziman: ‘’Em weke PKAN’ê  ji sala 2015’an ve ye bi awayekî fermî hewl didin xwe birêxistin bikin. Çimkî em dizanin ku em bêyî birêxistinbûnê nikarin hebûna xwe bidomînin. Li hemberî talûkeya bişaftinê hewce ye em birêxistinbûna xwe berfirehtir bikin û hebûna xwe bispêrin satatûyekê. Her wiha festîval wê li welatên din jî her sal were lidarxistin.’’

KONÊ XWARINÊ 

Di konê xwarinê de qatmer û klora ji xwarinên Kurdên Anatoliya Navîn ên rojane hatin amadekirin û ji beşdarvanên festîvalê re hatin îkramkirin. Her wiha di di festîvalê de qelî jî hate îkramkirin.

MOTÎFÊN GELÊRΠ

Di konê pêşangehê de mehfûr û balgehên malên Kurdên Anatoliya Navîn û têr û kîsên ku di jiyana rojane de tên bikaranîn û amûrên di çêkirina wan de tên bikaranîn, hatin pêşkêşkirin.

NIVÎSKAR

Di koneke cudatir de jî pirtûkên ku ji aliyê PKAN’ê ve hatine weşandin, hatin firotin.  Rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên ji Anatoliya Navîn ên weke Kadîr Çelîk, Şoreş Reşî û Erdal Çolak pirtûkên ji bo xwîneran îmze kirin.

SEMÎNER Û PÊŞKÊŞÎ

Di konê semînerê de jî têkildarî bişaftinê ku mezintirîn talûkeya hebûna Kurdên Anatoliya Navîn e,  nîqaş hatin kirin. Di pêşkêşiyê de Pedagog Sultan Dag axivî û got: ‘’Di pêşkêşiyê de gelek beşdarvanan got ku em li malê bi zarokên xwe re bi Kurdî yan jî Danmarkî diaxivin. Em ji bo pêşeroja zimanê xwe bi fikar in. Ji bo ku em zimanê xwe biparêzin hewce ye em hin tedbîrên nû bistînin.’’

Sultan Dag destnîşan kir ku hînbûna zimanê welatên cuda û zimanên din ji bo zarokan hînbûna zimanê dayikê hêsantir dike. Ahmet Demîr jî têkildarî mijara pirsgirêka zarokên li Ewropayê pêşkêşiyek kir û got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan erkên mezin dikevin ser milê malbatan.

SIYASETMEDAR

Nîkolaj Vîllûmsen ê di hilbijartinên Parlamentoyê Ewropayê de namzedê Partiya Enhedslîstenê bû û weke dostê gelê Kurd tê naskirin  jî tevlî festîvalê bû û ev yek anîn ziman: ‘’Haya me ji polîtîkayên li dijî gelê Kurd heye. Mînaka vê ya herî dawiyê jî cezayên ku di Doza Kobanê de li Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedarên din hatine, birîn e.’’

Faîk Yagizay ê Nûnerê DEM Partiyê yê Ewropayê di axaftina xwe de diyar kir ku Kurdên Anatoliya Navîn bi sedsalan e dev  ji nasname û zimanê xwe bernedane û ev yek anîn ziman:  ‘’Ez bi vê wesîleyê dixwazim silavên xwe li Mûrat Bozlak ê ku ji sala 1995'an ve ye ez nas dikim û  sembola cesaretê jina Kurd  Leyla Guvenê dikim. Kurdên Anatoliya Navîn di hemû qonaxên Tevgera Azadiyê ya Kurdan de xwedî kedeke mezin in û  bi dehan şehîdên wan hene.’’ Her wiha Yagizay ji hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê  banga piştevaniya Partiya Enhedslîstenê jî kir.

HUNER Û ŞAHÎ

Festîvalê bi konsera hunermendên ji Anatoliya Navîn bi coşeke mezin berdewam kir. Di saetên dawî yên festîvalê de hemû hunermend derketin ser dikê û stranên xwe strîn û li qada festîvalê bi coşeke mezin govend hatin gerandin.