BI DÎMEN

Di her tabloyekê de çîrokek heye

Wênesaz Naya Îbrahîm a ku di tabloyên xwe de cîh dide têkoşîna jinan diyar kir, ku israra wê kiriye ku tevî hemû rewşên zehmet jî bibe pisporeke wênesaziyê û got: “Her rengeke cuda name û çîrokekê radigihîne.”

Huner amûreke ku mirov dikare bi rêya wê hemû xeyal û hestên xwe nîşan bide. Gelek jin bi rêya hunerê têkoşîna xwe dimeşînin. Pergala dewletan jî dixwaze jinan ji hemû qadan qut bike, bi taybet jî ji qada çand û hunerê. Ji ber wê jî tê xwestin ku deng û rengê jinan di nav civakê de were xuyakirin. Jinên Kurd yên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina nasnameya Kurd û mîrateya wê ya kevnar bi her awayî têdikoşin. Hinek ji wan jî bi rêya rîş û rengan li dijî qirkirina çandî sînorekê ava dikin. Naya Îbrahîm jî jineke Kurd a ji bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ye. Naya Îbrahîm jî ji bo parastina mîrateya çanda gelê Kurd, tabloyan bi rengên cûda çêdike. Wan rengan weke rengê civaka xwe dibîne û li gorî wê tabloyan xwe xêz dike. Her wiha Naya Îbrahîm wan tabloyan di pêşangehan de jî pêşkêş dike. Naya Îbrahîm têkildarî huner û wênesaziya xwe hest û serpêhatiya xwe ji ANF’ê vegot.

 

JI WÊNEYA POLA YEKEM DEST BI WÊNESAZIYÊ KIRIYE 

Naya Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wê tim ji hunera wênesaziyê hez kiriye û got: “Ji dema ku tê bîra min ve ye ez ji hunera wênesaziyên hez dikim. Sedema vê yekê jî malbata min bû. Malbata min pir bi çand û hunerê ve girêdayî ne. Vê yekê jî bandor li min kir ku bi hunerê ve werim girêdan. Di heman demê de dema dibistanê, mamoste û hevalên min pir moral û piştgirî didan min ku pênûsa xwe di wênesaziyê de pêş bixim. Di kesayeta hemû zarokan de  huner heye û bi taybet jî hunera wênesaziyê. Lê belê gelek ji wan dema ku mezin dibin ji wê hunerê dûr dikevin û pêş nakevin. Hemû wênesazên mezin û pêşketî bi wêneyên xwe yên  zaroktiyê dest bi vê hunerê kirine û ew wêne ji bo xwe weke pêşketina yekemîn pênase kirine. Ez jî bi vê yekê re derbas bûm û min jî bi wêneya xwe ya pola yekem dest pê kir. Bi demê re jî wênesaziya min pêş ket.’’ 

Naya Îbrahîm diyar kir ku ew ne bi hêsanî gihiştiye vê astê, ji gelek qonaxan derbas bûye lê ranewestiyaye ûaxaftina xwe wiha berdewam kir:  “Min di sala 2020‘an de hunera xwe bi civakê re parve kir. Di vê salê de ez ji nû ve fêrî xêzkirina rûyê mirovan bûm. Ez li rastî gelek zehmetiyan hatim, ev zehmetî ji hemû hemû hunermendan derbasdar e. Gelek rexne jî hatin kirin lê belê  ji ber hezkirina min a zêde, min berdewam kir û hîn bêhtir xwe pêş xist.” 

HER TABLOYEK NAMEYEKÊ RADIGIHÎNE

Naya Îbrahîm da zanîn ku her rengeke tabloyan nameyekê ji civakê re radighîne, her wiha jin û wênesazî pir bi hev ve girêdayî ne û got: “Wênesazî gelekî bi hest û hêviya mirovan ve girêdayî ye û her tabloyek name û çîrokekê radigihîne.  Ji ber vê yekê ez tabloyên xwe de giraniyê didim jinan. Jin tê wateya jiyan û mirovahiyê û ya ku hestên civakê bi awayekî rasteqîn radigihîne jin e. Di dîrokê de rola herî mezin jinan lîstîye. Lê belê zilamên serdest ev rol veşartiye û derfet nedidan ku jin xwe pêş bixin. Lê belê piştî Şoreşa Rojava ji bo jinan derfet çêbûn û di hemû qadên jiyanê de jin  êdî dikarin bi awayekî rehet cihê xwe bigirin. Bi vê yekê ez tim dixwazim êş û kêfxweşiya jinan bi rêya wênesaziyê  derxînim pêş.” 

GELEK CÛREYÊN WÊNEYAN XÊZ DIKE 

Naya Îbrahîm destnîşan kir ku ew gelek cûreyên wêneyan xêz dike û wiha pêde çû: ”Di destpêkê de min  min rengên depî û avî bi kar dianî. Lê pişt re min dest bi rengên zeytî û fehmî kir. Ez tim mereq dikim ku rengên cuda jî bi kar bînim. Lê belê a niha ez giraniyê didim rengên zeytî û fehmî. Tabloyên min jî cûr be cûr in, têkildarî xweza û jinan e. Ez beşdarî Pêşengeha Jinan jî  bûm û tabloya min bi ser ket. Di Pêşengeha Rojava de jî tabloya min hate hilbijartin. Dema ez beşdarî pêşangehên bi vî rengî dibim, ez pir kêfxweş dibim. Ji ber ku ez gelek şêwazên cûda yên wênesaziyê dibînim, nêrînên derdorê yên li ser tabloyên xwe nas dikim û nêrînên xwe jî bi wan re parve dikim.” 

‘BI HUNERÊ LI HIMBER DIJMIN BISEKININ’ 

Naya Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de ev yek anîn ziman: “Dema ku mirov ji bo nasnameya xwe û civaka xwe hunerekê dide pêş, xweşbûneke cûda di dilê mirovan de ava dibe. Ez ji bo hemû ciwanan û bi taybet jî ji bo jinan dibêjim ku xwe di hemû aliyên jiyanê de pêş bixin. Xwe di qalibeke paşmayî de asê nekin. Bila tiştek nekeve pêşiya we û bi rêya hunerê li hember dijmin bisekinin. Xwesteka min a herî mezin ew e ku ez xwe hîn bêhtir xwe pêş bixim û pêşangeheke tabloyên xwe vekim û hunera xwe bi civaka xwe re parve bikim.”