'Yekane çareseriya krîzên Rojhilata Navîn felsefeya Ocalan e'

Proje û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku çareseriyê ji krîz û nakokiyên li Rojhilata Navîn re peyda dike, bala her kesî dikişîne. Şîrovekar û çalakvanên siyasî yên Başûrê Kurdistanê der barê mijarê de axivîn.

Di warî siyasî, aborî, ayînî, civakî û leşkerî de Rojhilata Navîn di nava krîz û nakokiyên mezin de ye. Di vî warî de dewletên herêmî jî bê çare mane. Her wiha krîz û aloziyên navxweyî kiriye ku pirsgirêk kûrtir bibin. Binpêkirinên mafên neteweyên ciwaz kiriye ku sîstema netew dewlet bê lêpirsîn û rê li ber serhildanên gel veke.

Çalakvan û kesayetên rewşenbîr têkildarî ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dîsa modela çareseriya Konfederalîzma Demokratîk a pêşkêşî civakan kiriye, her wiha çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn û rista Ocalan a di çareseriyê de ji ANF’ê re nirxandin.

‘YEKAN E ALOZÎ Û KRÎZ QIRKIRINA KÊMENETEW Û AYÎNÊN CIHÊ NE’

Çalakvan û alîkarê sernûserê saziya 'Enfalê' Simko Sabir têkildarî pirsgirêkên û çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn axivî û got: "Yek ji sedem û aloziyên neçareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ew e ye ku gelek pêkhate û komên ji ayîn û rêgezên cêwaz ên civakê hatine qetilkirine. Gelek ji van kom û ayînan ji ber êrîşan tine bûne. Dîsa Kurd, Çerkez û Ermenî di dîrokê de bûne hedefa dewleta Osmanî û Tirkan. Bi taybet di vê mijarê de kes mîna Ocalan dahûrandinê wî pêk nehatiye çi di warê çareseriyên siyasî û dîsa civakî û gel. Tim rêya çareseriyê pêşkêşî gel, desthilat heta hêzên navneteweyî kiriye."

‘ÇARESERÎ RAMANÊN OCALN E’

Li ser projeyên çareseriyê yên Ocalan jî Sabir ev nirxandin kir: “Ocalan bi eşkere dibêje; ‘Divê em bi awayekî kûr û hûr li ser mijarê lê bikolin û divê bi hev re bijî li ser bingehê mirovayetî.’ Ji ber ku sîstema desthilatdarî xizmeta mirov û civakê nake. Ocalan çend salên dawî bi raste rast bal kişandiye ser vê û nirxandinên baş jî kiriye. Nimûneya vê jî Şoreşa Rojava ya nava çend salên borî de pêk hatiye. Ev jî dide nîşandan ku Ocalan hemû çareserî bi rêya felsefe û projeyên pêşkêşî gelan dike. Tenê ya li vir dimîne pratîzekirina vê raman û projeyê ye. Dîsa divê ev raman li nava hemû ayîn û pêkhateyan bê belavkirin. Guman ji vê nîne ku pêşîgirtina li vê her diçe Rojhilata Navîn û pêkhateyên wê ber bi bobeloteke xeternak ve dibe û wisa bike ku civak nikaribe bi hev re bijî. Ji bo vê yekan e çareserî guhdayîna projeya Ocalan e. Guhdayîna tezên Ocalan ên bi hev re jiyînê.”

Sabir diyar kir ku di gereke xwe ya ji bo kongreya darezandina DAÎŞ’ê ya li Rojava de û diyar kir ku piştî kongreyê serdana bajarê Kobanê kir û got: “Her çendî li Kobanê 3 malbatên Ermenî hene jî lê dîsa Desteya Serokatiya Ermenî hatiye avakirin. Ev jî yekan e nîşana bi hev re jiyanê ye. Dîsa ev asta ramanê Ocalan a li ser pêkhateyên Rojhilata Navîn dide nîşandan. Hemû çareserî li destê Ocalan de ye.

Rojnamevan û parêzer Sirûşt Helebce, bal kişand ser têkiliyê Iraq û Sûriyeyê yên dîrokî û got: “Her roja diçe pirsgirêkên li Rojhilata Navîn kûr dibin, dîsa Iraq û Sûriye tim di nava guherînê de ye û di nava krîzan de ne. Welatiyên li Iraq û Sûriye dibêjin ku girêdaneke xurt a erdnîgarî, civakî, şaristanî, biratî, dostanî di nava Iraq û Sûriyeyê de heye.”

‘MODELA LI BAKÛR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ DIVÊ BELAVÎ ROJHILATA NAVÎN BIBE’

Helebceyî qala çareseriyê li herêmê kir û wiha pêde çû: “Divê em li gorî vê nêzî çareseriyê bibin û çareseriyeke hevbeş ji bo Iraq û Sûriyeyê bê dîtin. Iraq û Sûriye jî xwedî ayîn, civak û neteweyên ciwaz in, ji bo vê ye divê modela çareserî û bi hev re jiyana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê nêrîn. Modela çareseriya li herêmê hatî danîn, çareseriya krîzan e. Ev modela ku li Sûriyeyê hatiye avakirin divê ne tenê li Iraq belavî Rojhilata Navîn bê kirin. Divê modelê de cihê her kesê heye û dîsa her netewe bi ziman, çand û ola xwe xwe bi rê ve dibe. Em divê vê modelê di serî de li tevahî Sûriye, Iraq û Rojhilata Navîn bê belavkirin.

‘ÇAVKANIYA XWE JI NEBÛNA SÎSTEMEKE BAŞ A RÊVEBERIYÊ DIGIRE’

Rojnamevan û parêzer Sirûşt Helebceyî qala çareseriya pirsgirêkên Iraqê dîsa herêma Kurdistanê ya piştî rûxandina rejîma Baasê û got: “Bakurê Iraqê heta niha nekariye şêwazekî siyasî damezirîne û mafê civakê biparêze, nekariye ji bo gel bibe sêwan. Dîsa pirsgirêkên başûrê Iraqê yên Şîa û Sine yên bûna desthilat. Ev hemû çavkaniya xwe ji nebûna sîstemeke baş a rêvebirinê digre ye. Lê li aliyê din em dibînin li Rojavayê Kurdistan hemû pêkhate bi hev re bê cêwazî bi hev re dijîn. Modela Rojava modeleke nû û çareseriyê ye.”

‘YPG BÊ FERQ Û CUDAHÎ PARASTINA GELAN DIKE’

Helebceyî diyar kir ku li Rojavayê Kurdistan Yekîneyên Parastina Gel (YPG) heye û serbixwe parastina gel dike. Helebceyî got: “Ev hêz bê ferq û cudahî ji Dêrikê bigire heta Minbic û Reqayê gel diparêz e. Eger ku hêzeke wiha li Rojhilata Navîn bê avakirin, ti hêzeke biyanî nikare bikeve van navçeyan û ji bo berjewendiyên xwe nikare çeperekî jî ava bike. Ji ber nebûna hêzekî wiha dewletên desthilat bi destê komên cuda ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne.

‘DIVÊ JINÊN ROJAVA JI XWE RE BIKIN MÎNAK’

Herî dawî Helebceyî bal kişand ser rola jinê ya li navçeyê û çareseriyê û wiha nirxand: “Her çendî li nava siyaseta Iraq û Başûrê Kurdistan hindek jin hebin jî hewldan û têkoşînê ji bo yekîtiya jinê kar nake.Li Rojavayê Kurdisan ji bendeke kontrolê bigire heta rêveber û hevserokê roleke mezin a jinê heye. Xwedî hizir û berpirsyariyên mezin e. Ji bo vê ye divê em jinên Rojava ji bo xwe bikin mînak û hemû jinan rêxistin bikin û li herêmê bibin xwedî rol. Çawa ku jinek bikare ji bo zarok û pewerdeyê xwe bibexşîne. Çima nikare welatekê birêve bibe. Pêwîste jin hêza xwe bike yek û ji bo parastina xwe û xwezaya xwe kar bike.”

'PROJEYA OCALAN BINGEHÊ ÇARESERIYÊ YE'

Niyaz Ehmed di derbarê projeya çareserî a ji bo herêmê wisa dihizirî ku pirsgirêk kûr dibin û nebûna projeyekî çareseriyê dihêle ku pirsgirêkên gelên herêmê û bi taybetî Rojhilata Navîn girantir dibin. Ehmed got: "Ji bo vê mijarê birêz Ocalan pêşniyara projeyekî bi navê Konfedralîzma Demokratîk kiriye ku li ser bingehê Demokrasiyê ye. Proje berovajî pergala herêmiye û ji jêr ber bi jor e ango ji hûcreya herî biçûk a civakê destpê dike, ji gundekî ber bi navçe û ji herêmekê ber bi bajar û herî dawî ber bi welat ve diçe. Pêwîste ku pirsgirêk bi wî şêvazê ku ji tundûtîjî, netew û ayînperestiyê dûre, werin çareserkirin. Pêwîste di çerçoveya bihewre jiyankirinê de be."

'JI BILÎ PROJEYA OCALAN ÇARESERIYEK DIN NÎNE'

Ehemd berdewam kir û got: “Mînaka vê modelê ku niha li Rojavayê Kurdistanê wekî Konfedralîzma Demokratîk eşkere dibe ye. Piraniya kesên ku serdana Rojavayê Kurdistanê û statûya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dikin dibînin ku ew modele ji bo giştî Rojhilata Navîn guncawe. Di demekê de ku Rojhilata Navîn ji alozî û rikberiya ayînî û netewî dinale, yekane projeya ku çareserî bi xwe re bîne projeya birêz Abdullah Ocalan e. Ji bilî vê projeyê ez bi xwe jî çareseriyekî cudatir nabînim. Ji ber vê bi nemana wan dewlet-netewe, mezhebî û siyasî yên li herêmê, vê Rojhilata Navîn ber bi aramiyê ve biçe û ev tirs, dagirkerî û tarîtiyê ku bi sedan sale li herêmê heye vê bi dawî bibe."

'OCALAN ÇARESERIYA DEMOKRATÎK A PIRSA KURD WEKE ÇARESERIYA BINGEHÎN Û PIR ALÎ DIGIRE DEST'

Pisporê aborî, siyastê û Rêveberê Navenda Lêkolîn û Roşengeriya Siyasî yê Iraqê Muhemed Huseyn derbarê pirsgirêk û aloziya herêmê nêrînê xwe parve kir: “ji sedsala bihorî heta niha pirsgirêkên Rojhilata Navîn ber bi qeyranekê ve diçe, bi taybetî di vê bîst salên dawî de gihiştiye astekî wisa ku bûye belayek ji bo hemû civaka navnetewî. Mebest ji Rojhilata Navîn bi taybetî wan herêmên Kurdistanê ne ku desthilatdarên wekî Iraq, Tirkiye, Sûriye û Îran bi berdevamî Kurd çewsandine. Eger pirsgirêka Kurd çareser nebe negengaze ku li herêmê aramî çêbibe, ji ber vê ye ku birêz Abdullah Ocalan ev pirojeye pêşxistiye.” Huseyn bal kêşande ser hizrên Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Eger li gorî tezên Abdullah Ocalan li wan pirsgirêkên ku li Rojhilatê Kurdistanê hene temaşe bikin, em ê bibînin ku têgihîştinên di nav wan nirxwendin û dahûrandinên ji bo pirsgirêkên siyasî, aborî, ayînî û çandiyên li herêmê di astekî pir bilind in û ji hişmendiya siyasî ya ku li tevahiya Rojhilata Navîn serwere pir kûrtirin. Abdullah Ocalan çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wekî çareseriyeke bingehîn û piralî digire dest. Ev yek berovajî şêwazê bergirtî (teqlîdî) ya nasyonalîstiya Kurdî û serokên Kurd yên berê ku her tim li dijî dewlet-neteweyên Tirk, Fars û Ereb, di ser awakirina dewletekî nasyonalîstî israr dikirin. Abdullah Ocalan azadiya Kurdistan, azadî û demokrasî ji bo gelên herêmê wekî pirojeyeke temamker û pir alî dinirxwîne û li gorî vê zanist û mentiqê, heta ku tevahiya herêmê azad nebe û demokrasî pêşnekeve nepêkane ku Kurd bi tena xwe bikare destkefteke baştir ji ya heyî ji bo xwe çêbike."

'NETEW-DEWLET LI ROJHILATA NAVÎN BÛYE ÇAVKANIYA TUNDÎ, KOÇBERIYA NEZAGONÎ Û NERAMIYÊ'

Huseyn bal kêşande ser qeyrana ku dewlet-neteweyên herêmê pê re rû bi rû mane û got: “Pergala dewlet-netewe ku li herêmê ketiye nava qeyran û têkçûnê û dema xwe qedandiye, çawa ku ev pergale li Tirkiyê bi Atatirk re destpê kir û piştre jî rejîmên Îran, Suriye û Iraqê destpêkirin, di sedsala 21’an de êdî nikare bixebite, ti sûdekî xwe nemaye û ji daxwazên gelên herêmê re nikare bibe bersiv. Ji demokrasî bigire heta pêşkêşkirina xizemtên bingehîn ji bo civakê, ti pêdiviyekî civakî tê de nîne.  Ji bilî vê ew pergala siyasî li Rojhilata Navîn bûye çavkaniya belavkirina tundrewî û koçberiya nezagonî û nearamiyê ji bo hemû civaka navnetewî, ji bo Emerîka û Ewrûpayê jî derbasdare."

'ÇARESERIYA PIRSA KURD BI PIRSGIRÊKÊN ROJHILATA NAVÎN VE GIRÊDAYÎ YE'

Çavdêrê siyasî Husêyn derbarê projeya Abdullah Ocalan jî ev nirxandin kir: “Projeya birêz Ocalan wekî projeyekî berpirsiyar dibînim ku pirsgirêka Kurd bi giştî pirsgirêkên Rojhilatî Navîn re girêdaye. Esas Rojhilata Navîn 4 dewletên Kurdistan dagir kirine ku ev nearamiyane ji ber wan çar dewletane çêbûye. Di pirsgirêkên Sûriyê de DAÎŞ'ê serî rakir, li Îranê êrîşê çavkaniyên enerjî yên li tevahiya cîhanê tê kirin û bûye xetereyek ji bo herêmê û eger behsa Tirkiyê jî bikin em dibînin ku dewleta Tirk ne tenê ji bo Kurdan û hemwelatiyên Tirkiyê, ber ku ji Emerîka û Ewrûpayê jî bûye pirsgirêk.”

Huseyn axavtina domand û got: “Eger em her sal li dewletên têkçûyî temaşe bikin dibînin ku Sûriye û Iraq ji serî de yekemînin û di asta cîhanê de dewletên herî zêde têkçû û rizî ne. Heman wextî Îran û Tirkiye jî ji bilî ku bûne çavkaniya nearamî û aloziyê ji bo giştî civaka navnetewî, li hundurê xwe de jî neheqî (bêedaletî) û binpêkirina mafên mirovan tê kirin û bûne girtîgehek ji bo çalakiyên siyasî, mafên mirov û rojnamewanan. Pirsgirêka Kurd hiştiye ku dewletên çewsîner wekî Sûriye, Tirkiye, Îran û Iraq beşekî mezin ji bûdceya ku diviyabû li rêya refaha mirovî de bihata mesrefkirin, ji pergala leşkerî û dem û dezgehên girêdayî vê re mesref dikin. Di derceya yekemîn de rolê wan dezgehane jî çewsandina hemwelatiyên xwe, Kurd û çalakên siyasî ye.”

'ÎRO DERFET HEYE KU KURD BI HIZREKÎ SIYASÎ Û LEŞKERÎ XWE RÊXISTIN BIKE Û BI SER BIKEVE'

Derbarê çareserî û hewildana Kurdan a li herêmê de jî Huseyn ev got: "Divê Kurd bi awayekî hişyar nêzîk bibe  û di hêla siyasî û leşkerî de dest bi xwe rêxistinkirinê bike. Kurd xwedî hêzeke mirovî ya mezine û xwedî herêmekî wisaye ku ji aliyê erdnigarî ve koma giştî ya Rojhilata Navîn e. Hebûna Rêberekî siyasî, jêhatî û xwedî armanc û xeyal ev derfete daye Kurdan ku hem şert û mercên xwe baştir bike, hem jî xwe birêxistin bike.”

Her wiha mînaka Rojavayê Kurdistanê da û got: “Li Rojava pêşketineke siyasî yê baş heye û dezgehên aktîf û baş hene. Rojavayê Kurdistanê vê peyamê dide me ku eger Kurd xwedî rêberekî baş be wê bikare doza netewa xwe ya rewa pêş bixe, her wiha dikare pêywendiyekî normal û wekhev bi gelên herêmê re çêbike. Di vir de wedigerie ser vê projeya Abdullah Ocalan ku pirsgirêka Kurd û ya Rojhilata Navîn bi hevdu ve girêdaye û li gorî wî bi vê nûbûnê re hevdu bihêz dikin. ji bo  çaresekirina giştî pirsgirêk û nexweşiyên ku îro giştî Rojhilata Navîn fetisandiye, projeyekî kûr û rasteqîneye.”