'Yek ji rojeva çalakiya me, tecrîda li ser Ocalan e'

Parlamenterê HDP'ê Onder ku serdana çalakiya nobedê ya li Amedê kir, destnîşan kir ku yek ji rojeva bingehîn a çalakiya wan rakirina tecrîda li ser Ocalan e.

Çalakiya nobedê, ku ji aliyê parlamenterên HDP'ê ve li Amedê hate destpêkirin, di roja çaremîn de ye. Parlamenterê Enqereyê yê HDP'ê Sirri Sureyya Onder serdana çalakiyê kir û qala armanca nobedê kir. Onder bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan sedema şer û aştiyê ye û got, lewma yek ji armancên bingehîn ên çalakiya wan jî rakirina tecrîda li ser Ocalan e.

'EM DIXWAZIN BALÊ BIKIŞÎNIN SER TECRÎDA LI SER CIVAKÊ'

Onder diyar kir, civak, bi taybetî jî mûxalîf di nava zext, tecrîd û îzolasyonê de ne û anî ziman, çend aliyên vê rewşê hene. Onder ragihand, bi Rewşa Awarte û tedbîrên wê yên faşîzan ev pêvajo tê meşandin û destnîşan kir, ku aliyekî din ê vê pêvajoyê jî êrîş û çavtirsandina civakê ye.

Parlamenter Onder da zanîn, ku ew dixwazin balê bikişînin ser tecrîdê û nîşanî tevahiya Tirkiyeyê bidin ku nabe li pêşberî tecrîdê bêdeng bin. Onder ji bo vegotina tecrîda li ser civakê bal kişand ser rewşa li parka ku nûnerên siyasî yên hatine hilbijartin lê çalakiyê dikin û bibîr xist, ku hêzên dewletê bi têlan dor li parkê girtine û veguherandine girtîgehê. Onder got, "Bêhiqûqiyeke gelekî mezin heye. Hemû nûnerên me yên siyasî, nûnerên me yên li rêveberiyên herêmî, bi sûcdariyên bêbingeh dîl hatine girtin. Ev kiryarên li dijî Hevserokên me û parlamenterên me didome. Ev çalakiya me, li dijî van hemûyan berxwdanek e, bangek e li hesta edaletê û wijdanê civakê ye."

'EM Ê ÇALAKIYA XWE YA NOBEDÊ BIDOMÎNIN'

Onder diyar kir, parka ku çalakiya wan a nobedê lê tê kirin veguheriye girtîgeheke nîv girtî û wiha dewam kir: "Gelo em ê ji kê re qala vê dorpêçiyê bikin, em ê ji qeyûmê li şûna hevşaredaran hatiye bicihkirin bipirsin? Eger em van kiryaran ji rayedarên dewletê bipirsin, hingî em ê wan rewa bikin. Em ê ji wan nepirsin, em ê nobeda xwe bidin. Ew jî çi dixwazin bila bikin."

'GELÊ AMEDÊ DESTHILATDARAN DITIRSÎNE'

Onder anî ziman, ku gelê Amedê bi çalakiya dengderxistinê piştgiriyê dide çalakiya nobedê û bal kişand ser berpirsyarî û têkoşîna gelê Amedê ya her serdemê. Onder destnîşan kir, ku dîroka gelê Amedê bi çalakiyên bi vî rengî yên berxwedana sivîl xemilî ye û got, "Desthilatdar jî bi vê zanin, lewma gelekî ditirsin."

Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder rola gelê Amedê di çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan de bibîr xist û ragihand, bi heman rengî wê tevlî vê çalakiyê jî bibe.

'TECRÎDA LI SER BIRÊZ OCALAN ROJEVA BINGEHÎN E'

Onder destnîşan kir, ku yek ji armancên bingehîn ên çalakiya nobedê, rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Onder diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareseriya kaosa li Tirkiyeyê ye û got, "Birêz Ocalan yek ji temînatên aştî û demokrasiya li vî wleatî ye. Herî zêde dewlet bi vê zane. Wan bi xwe jî ev yek gelek caran anîn ziman. Çareserî li Îmraliyê ye, çareserî Birêz Ocalan e."