Yek ji ciwanê raperîna Şêladizê di bomberdûmanê de hate şehîdxistin

Di êrîşên balefirên şer yên dewleta dagirker a duh ya li ser xelkê Başûrê Kurdistanê, 7 welatî şehîd bûn. Yek ji wan şehîdan ciwanekî a raperîna sala borî ya êrîşkirina ser baregehên leşkerî a dewleta dagirker ya Tirk a li Şêladizê bû.

Dewleta Tirk di komkujiya li ser gelê Kurd û welatiyan de didome. Di nava 3’ê rojên borî de li Başûrê Kurdistanê 7 welatiyên sivîl, bi zanabûn li bajarê Dihok û Hewlêrê kirine hedefa bombardûmanên balefiran.

Yek ji wan welatiyên ku duh ji aliyê balefirên şer yên dewleta dagirker a Tirkiyê ve kirî hedef, ciwanekî Kurd yê binavê Dêman Ûmer Oremarî ye ew ciwan yek ji kesê ku di raperîna Başûrê Kurdistanê de cih girtibû. Her wiha sala borî di bûyera qetilkirina 4 welatiyan a ji aliyê balefirên şer yên dewleta Tirkiyê ve ku ew ciwan çûbû li ser baregehên leşkerî a Tirkiyê ya li Şêladizê û agir berdabûyê.

Li gorî agahiyan bi hedefgirtina welatiyan bi taybetî Dêman Ûmer Oremarî li gorî planekî berê a dewleta dagirker ya Tirkiyê û îstîxbaratê hatiye kirin, vê yekê jî acizî û nerazîbûnekî di nava xelk, girse û ciwanên Kurdistanê de daye çêkirin.

Sala derbasbûyî xelkên Şêladizê ên li ser sînorê bajarê Dihokê, di encamên dagirkeriya Tirkiyê ya li ser axa Herêma Kurdistanê û şehîd kirina welatiyên sivîl, xelkê deverê jî êrîşî baregeha leşkerî a dewleta dagirker a Tirkiyê ya li Şêladizê kiribûn.

Ev çend roj in ku artêşa dagirker a Tirkiyê êrîş li ser navçeyên Herêma Kurdistanê daye destpêkirin, di nava 3’ê rojên dawî de di encama êrîşên balefirên şer yên Tirkiyê de 7 welatî li sinorê bajarên Dihok û Hewlêrê şehîd bûbûn.