YBŞ/YJŞ'ê 2 zarokên din ji destê çeteyan rizgar kirin

Şervanên YBŞ/YJŞ’ê 2 zarokên din jî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û radestî malbatên wan kirin.

Hêzên YBŞ/YJŞ’ê 2 zarokên din ên Êzidî ku çeteyên DAIŞ’ê di dema êrîşên li ser Şengalê de ji gundê Koço revandibûn, rizgar kirin. Zarokên ku di encama operasyonek taybet de ji herêma Reqayê hatin rizgarkirin, anîn Xenesorê û teslîmî malbatan hatin kirin. 

Di dema radestkirina zarokan de yek ji fermandarên YJŞ’ê Rozerîn axivî û da zanîn ku wan zarok demek beriya niha ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine û anîne Xanesorê, lê ji ber êrîşên komên çete yên girêdayî PDK’ê, radestkirina wan hinekê bi derengî ketiye. 

Rozerîn bang li hemû ciwanên êzidî kir ku tevlî refên YBŞ/YJŞ’ê bibin û xaka xwe biparêzin. 

Yek ji fermandarên YBŞ’ê Qendîl Sîba jî di merasîma radestkirina zarokan de axivî û got; "Em wekî şervanên YBŞ’ê parastina xaka Êzidxanê dikin. Lewma çiqas hêza me hebe, em ê ji bo rizgarkirina keç, xwîş, bira û dayikên xwe yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de bikar bînin. Di vê çarçoveyê de banga me li keç û xortên êzidî, hemû kesên ku dibêjin ‘em êzidî ne’ ew e ku werin tevlî refên YBŞ’ê bibin û li dijî dagirkerî, xiyanet û talanê têbikoşin."

Di merasîmê de, endamên malbatan jî axivîn û kêfxweşiya xwe ya ji ber rizgarkirina zarokên xwe anîn ziman. Malbatan her wiha spasiya şervanên YBŞ/YJŞ’ê kirin. 

Di dawiya merasîmê de, zarokên yek ji wan keç (13 salî) û yek jî kur (15 salî)  radestî malbatan hatin kirin. 

Hêzên YBŞ/YJŞ’ê di 8’ê mehê de jî 3 zarokên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, anîbûn Xanesorê û  radestî malbatên wan kiribûn.