YBŞ û artêşa Iraqê li dijî DAÎŞ'ê dest bi operasyoneke din kirin

Hêzên YBŞ/YJŞ, Artêşa Iraqê û Heşdî Şebî li dijî hucre û noqteyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ'ê operasyonek din a hevbeş da destpêkirin.

Operasyonên hevbeş ên YBŞ/YJŞ û Artêşa Iraqê yên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê zêde dibin.

Li herêma Golatê ya Şengalê serê sibehê operasyoneke hevbeş dest pê kir.

Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên YBŞ'ê hatine wergirtin, ji bo herêm bi temamî ji çeteyên DAÎŞ'ê bê paqijkirin operasyon tê kirin.

Hat diyarkirin ev operasyon berdewama operasyonên 11 û 26'ê Tîrmehê yên hevbeş in, ku dijî hucreyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ'ê hatibûn meşandin.

Di 11'ê Tîrmehê de Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û artêşa Iraqê li herêma navbera Selehedîn, Anbar û Musilê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê operasyonek dabû destpêkirin û di encamê de gelek çete hatibûn kuştin.

Piştî ku di 24'ê Tîrmehê de çeteyên DAIŞ'ê 2 Êzîdî Hûsên Etêş û Hecî Hesen qetil kirin; hêzên YBŞ-YJŞ, Artêşa Iraq, Heşdî Şabî û hinek hêzên din yên herêmî, di heman rojê de li herêma gûndê Golat dest bi oparasyonek nû kiribûn.

Di encama operasyonê de 2 çete hatibûn kûştin.

25'ê mehê jî, hêzên YBŞ-YJŞ'ê weke berdewamiya operasyonê, li herêmên gûnden Neînê, Golat û Xana Şahwaniyê operasyon meşandibû.

Di encama operasyonê de stargeheke çeteyên DAÎŞ'ê hatibû dîtin ku gelek çek û cebilxane tê de bûn.