YBŞ: Ti êrîş li dijî çeperên me nehatine kirin

YBŞ'ê, der barê îdîayên çapemeniya PDK'ê de ku digotin "Balafirên şer ên Tirk êrîşî çeperên YBŞ'ê yên li Şengalê kirine" diyar kir, ku ti êrîş li dijî çeperên wan nehatiye kirin û îdîayên tên kirin, ne rast in.

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê, der barê îdîayên çapemeniya PDK'ê de ku digotin "Balafirên şer ên Tirk êrîşî çeperên YBŞ'ê yên li Şengalê kirine" daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya YBŞ'ê de hat gotin, "Îdîayên ku dibêjin, '7'ê Tîrmeha 2017'an saet navbera 23:00-00:00 balafirên şer ên Tirk herêmên YBŞ'ê bombe kirine' ji rastiyê dûr in. Heta ku agahiyeke cuda bê dayin divê gelê me ji van nûçeyên ne rast bawer neke.

Nûçeyên ku di hin çapemeniyên yek alî de, der barê bombebaran kirina heremên YBŞ'ê hatin weşandin, rast nînin. Ti gef û hewldaneke êrîşê li ser heremên me nîne. Hêzên me di çeperên berê de ne. Em weke fermandartî vê mijara ku li derveyî me pêk hatiye ji nêz ve dişopînin."