YBŞ: Heya niha şehîd û birîndarên di bin kavilan de nehatine derxistin

YBŞ’ê têkildarê encama êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama êrişê de şehîd û birîndar hene.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) derbarê êrîşa îro ya dewleta Tirk a li ser nexweşxaneya gundê Sikiniyê yê Şengalê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Îro piştî nîvro di saet 14:00’an de bi koordîneya balafirên bê mirov (ÎHA) re balafirên şer ên dewleta Tirk nexweşxaneya Sikeniyê a girêdayî Şengalê bomberdûman kir. Ev nexweşxaneya Sikeniyê di bin parastina YBŞ’ê de ye ku ji bo pêdiviyên hêzên me yên parastinê û gelê me yê Êzidî û Ereban hatibû vekirin. Ev nexweşxane îro bû hedefa êrişên dewleta Tirk.  Ev nexweşxane di bin xizmeta Yekîneyên Berxwedana Şingalê û gelê herêma Şengalê de bû. Dewleta Tirk a faşîst, qirker û dagirker piştî êrîşa duh 16’ê Tebaxê, îro jî êrîş anî ser Şengalê. Di vê êrişê de şehîd û birîndar hene. Heta niha şehîd û birîndarên ku di bin kavilan de mane, nehatine derxistin. Li gorî vê wê Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) piştre bi berfirehî daxuyaniyekê bide.”