YBŞ: Em ê heta dawiyê xwedî li civak û şehîdên xwe derkevin

Fermandarê YBŞ'ê Zerdeşt Dinayî li ser gorên komî yên dema dawî hatin dîtin got, "Em ê heta dawiyê li gel û şehîdên xwe xwedî derkevin. Em amade ne tevahiya xaka Êzîdxanê biparêzin."

Piştî ku navenda Tel Eêz û Sîba Şêx Xidir radestî Hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û asayîşa Êzidxan hatin kirin, dema ku şervan li nava malan lêkolîn kirin, du gorên komî dîtin. Di gorên komî de qurbaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Şengalê jiyana xwe ji dest dan, hatibûn veşartin. Fermandarê YBŞ'ê Zerdeşt Dinayî li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Dinayî got, "Hêzên me yên  YBŞ'ê li ser esasê parastina hemû axa Êzidxanê hatin avakirin. Bi vê armancê bi dehan hevrêyên me şehîd bûn. Em li ser soza şehîdên xwe ne. Li ser wî esasî  piştî hatina me ya van herêman gel li navenda Til Ezêrê vedigere. Gelê me niha dikare bi aramî bikeve malên xwe ku 4 salên dawî nekarîbûn bên. Ev yek hem ji bo me hem jî ji bo gelê me cihê dilxweşiyê ye.

Dinayê da zanîn, piştî ku ew hatin Til Ezêr wan çend gorên komî dîtine û li ser mijarê got, "Gorên komî ji aliyê şervanên me ve hatine dîtin. Lê heta niha ne diyar e ku ev cenazeyên kê ne. Lê dîsa jî xuya ye ev termê ku di van goran de ne yê civaka me ya Êzdiyan e. Ji bo kerameta xwe nespêrin çeteyên DAÎŞ'ê   xwe di cihên asê mîna hewzên ava malan de xwe vêşartine. Lê dîsa jî çeteyan ew kuştine. Hin jî ji tî û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane. Lê dema em van gorên bi vî şêweyî dibînin, hîn bêhtir kîna me li dijî dijminê me zêde dibe. Em soza xwe ya ji bo parastina civaka xwe dubare dikin."

Fermandarê YBŞ'ê Zerdeşt Dinayî di dawiya axaftina xwe de got, "Ji ber ev kesên di van goran de nayên naskirin em nizanin bê çawa nêzî wan bibin. Dîsa jî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di vî warî de hewl dide. Xwe digihîne cihên berpirsyar da ku li van hestiyan xwedî derkevin. Kes û karên wan karibin termên şehîdên xwe ji van goran derxînin û li axa Êzîdxana pîroz carek din veşêrin."