YBŞ’ê têkildarî êrîşa dewleta Tirk daxuyanî da

YBŞ’ê da zanîn ku di êrîşa balafira bê mirov ya dewleta Tirk ya dagirker de, mêvanekê wan jiyana xwe ji dest daye û hevalekê wan jî birîndar bûye.

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî êrîşa îro ya balafira bê mirov ya dewleta Tirk ya li ser Şengalê, daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye:

“Îro di saetên sibehê de balafira bê mirov û biçek (SÎHA) ya dewleta Tirk mêvanxaneya me bombebaran kir. Di encama êrîşê de mêvanekê me jiyana xwe ji dest da û hevalekê me jî birîndar bû. Mêvanê me yê jiyana xwe ji dest dayî bi navê Seîd Eşûr e û ji Xanesorê ye.

Dewleta Tirk ya dagirker ev demek dirêje êrîşên xwe yên hewayî li ser Şengalê zêde kirine. Êrîşa ku îro jî hat kirin, heman armanca dewleta Tirk ya dagirker dide nîşandan. Ev êrîşa li dijî xelkê me yê Êzidî ne ya destpêkê ye, di bingeh û armanca van êrîşan de berdewamiya komkujiya xelkê me yê Êzidî heye.”