YBŞ’ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanê xwe yê bi navê Egîd Şengalî yê di êrîşa 19’ê Mijdarê ya li Xanesorê birîndar bûbû şehîd ket eşkere kir.

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê nasnameya şervanê xwe Ezîz Salih Xelo bi nasnav Egîd Şengalî ku di êrîşa 19’ê Mijdarê ya li Xanesorê de birîndar bûbû û li nexweşxaneyê şehîd bû eşkere kir.

Fermandariya YBŞ’ê sersaxî ji malbata şehîd Egît û Êzidî hemûyan re xwet û got wê tola şehîdên wan li erdê nemîne û xak û gelê xwe biparêzin.

Fermadariyê ev agahî parve kir:

“19’ê Mijdarê saet derdorî 10:30’î balafirên keşfe yên bê mirov û bi çek (SÎHA) yên Tirk Xanesorê bombe kir. Di bomberdûmanê de 5 hevrêyên me birîndar bûn. Ji hevrêyên me yên birîndar Egîd 20’ê Mijdarê li nexweşxaneyê dema dihate dermankirin şehîd bû.

Em YBŞ di serî de ji malbata Şehîd Egîd û hemû gelê xwe yê Êzidî re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku wê xwîna şehîdên me li erdê nemine û têkoşîna wan bigihînin serketinê.

Ev êrîş encama hevkarî û amûrên şer ên dewleta Tirk a faşîst pêk hatiye û bi vê yekê dixwazin gelê yê ku DAÎŞ’ê bi ser nexistî qira gelê Êzidî bînin, fermanan bi sere wan bînin û xaka pîroz a Şengalê vala bikin. Aramanca esasî ya  van êrîşan ev e. Ti armancekî cuda ya vê qetlîama li gelê Êzidî, ewladên wê û hêzên parastina wê pêk anîn nîne.

Li hemberî van êrîşan bêdeng mayîn, nebûna xwedî helwest, li dijî bomberdûmanên li ser Şengalê bûna yek, li dijî dijminên gelê Kurd û Êzidî nebûna xwedî yek helwest û tevger xeflet û xiyaneta herî mezin e.

Yên ji bo xwe dibêjin em Êzidî û Kurd in, an jî partî û hêzên li ser xaka Kurdistanê dijîn, li dijî êrîşên li ser Şengalê deng dernexin, heta bi hincetên cuda cuda ketina nava hewldanan nayê pejirandin û xiyaneta herî mezin e.

Em YBŞ weke parêzvanên Şengalê û gelê Êzidî ev ne êrîşa yekem û ne ya dawî ye ku li ser me tê kirin, çawa heta niha me xaka xwe parast, em ê ji niha û şûn ve jî erka xwe ya li hember şehîd û gelê xwe bi cih bînin û bi domdarî Şengalê biparêzin. Gelê Şengalê rêya xwe hilbijartiye û zelal e. Banga me ya ji bo hikûmeta Başûrê Kurdistanê ev e, rêz ji terciha gelê Şengalê re bigirin. Li dijî her cûre êrîşan cih li gel hêza parastina gel û Şengalê YBŞ’ê bigirin û destek bikin.

Şehîd Egîd bi zanabûn û îdeolojiya azadiyê xwe kiribû yek, milîtanekî bi cesaret, fedekar û mînak ê azadiya Êzidî bû. Em ê têkoşîn û bîranînê wî ji bo xwe bikin rênîşan û di têkoşîna xwe de bidomînin.”

Nasnameya şervanê YBŞ’ê yê şehîd ketî wiha ye:

Nav û Paşnav:  Ezîz Salih Xelo Emer

Navê Dayikê: Leyla Elî

Navê Bav: Salih Xelo Emer

Nasnav: Egîd Şengalî

Cih û dîroka Şehîdbûnê: 20.11.2019