YBŞ’ê nasnameya sê fermandarên xwe yên di êrîşa hewayî de şehîd bûne, eşkere kir

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) diyar kir dewleta Tirk a dagirker di 17’ê Îlonê de li Serdeştê êrîşeke hewayî kir û di vê êrîşê de sê fermandarên wan şehîd bûne.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî nasnameya sê fermandarên xwe yên ku roja Yekşemê di êrîşa hewayî de şehîd bûne, ev daxuyanî da:

“Roja Yekşemê nêzî Kampa Serdeştê saet dora 13.50’an de li dijî wesayîtekê êrîşeke hewayî hate kirin û di vê êrîşê de sê fermandarên me şehîd bûne.”

YBŞ’ê nasnameya şehîdan eşkere kir û diyar kir ew ê bîranîna şehîdan bi têkoşîn û serfiraziya Şengala xweser û azad de bidin jiyîn.

Fermandariya YBŞ’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurd re xwestin û got “Di serî de malbatên hevalên me Dîndar Avesta, Pîran Pîr û Çiya Feqîr, em sersaxiyê ji hemû gelê Şengalê re dixwazin, her wiha em soz didin ku em ê bîranîna wan di têkoşîna Şengala xweser û azad de mezin bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Di daxuyaniyê de derbarê nasnameya şehîdan ev agahî hatin dayîn.

Nasnameya şehîdan wiha ye;

Nasnav: Dîndar Avesta

Nav û paşnav: Xalid Reşo Qasim

Navê Dayikê: Delal

Navê Bav: Reşo Qasim

Ji dayikbûn: 1997-Sîba Şêx Xidir

Beşdarbûn: 2014-Dêrik

Cih û Dîroka Şehadetê: 17.09.2023-Serdeşt

....

Nav: Pîran Pîr

Nav û paşnav: Raîd Hecî Ferho

Navê Dayikê: Guze

Navê Bav: Hecî Ferho

Jidayikbûn: 01.01.1996-Duhola

Beşdarbûn: 2017

Cih û Dîroka Şehadetê: 17.09.2023/Serdeşt

....

Nav: Çiya Feqîr

Nav û paşnav: Kemal Îlyas Biro Elî

Navê Dayikê: Bezar

Navê Bav: İlyas Biro Elî

Jidayikbûn: 1991-Kolika

Beşdarbûn: 2015-Xanesor

Cih û Dîroka Şehadetê: 17.09.2023-Serdeşt