Yalçin ê li ser sînor hate înfazkirin, hate veşartin

Tahsîn Yalçin ku li bejahiya navçeya Rûbarok a Colemêrgê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate qetilkirin, cenazeyê wî hate veşartin.

16'ê Nîsanê li sînorê navbera navçeya Rûbarok a Colemêrgê û Başûrê Kurdistanê, Tahsîn Yalçin ê 21 salî bi fîşekên leşkerên Tirk hate qetilkirin.

Cenazeyê Yalçin ji Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hate wergirtin û li goristana Gundikê Hacibey ê gundê Samanli yê navçeya Rûbarokê hate veşartin.

Di êrişa dewleta Tirk de du kes jî rizgar bûbûn.

Dewleta Tirk her sal li ser sînor mirovan qetil dike, yan jî birîndar dike. 2'ê Gulana 2019'an li herêma sînor a li navçeya Geverê Sertîp Şen ê 46 salî hatibû qetilkirin.

1'ê Tebaxa 2019'an li ser sînor ê navçeya Rûbarokê Vedat Ekîncî yê 14 salî hatibû qetilkirin.

Komkujiya herî mezin a li ser sînor di şeva 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê hatibû kirin. Piraniya wan zarok 34 sivîl hatibûn qetilkirin.