Yalavuz ê li nexweşxanê: Xwestin ku bi êşkenceyê bikujin

Mesût Yalavûz ê ku li  Licê leşkeran binçav kir û êşkence lê kirî, got, ‘’ Li min xistine, xwestin ku bi êşkencê min bikujin. Ez neçar mam ku birevim’’

19’ê Hezîranê di operasyona qirkirina siyasî ya bi ser gundê Beşiştê yê Licê ya Amedê de Mesut Yalavuz ê ku pêşî leşkeran ew binçav kirî, piştre gotin reviyaye lê piştî bi rojekê ji zikê xwe birîndarbûyî hate dîtin ji diya xwe re axivî. Yalavuz ku rovî û kezeba wî êşiyaye li Nexweşxaneya Lêkolîna ya Fakuleta Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê di Unîteya Lênerîna Giran de ye.

JI DIYA XWE RE GOT

Li gor nûçeya dîhaberê Yalavuz ku piştî emeliyatê bi ser hişê xwe hatî ji diya xwe Raîfe re axiviye. Diya  Yalavuz got kurê wê bi zorê peyivî ye û gotiye, ‘’saet 18.30’an xwestin ku bi êşkenceyê min bikujin. Di destê min de ya ku mayî rev bû. Ji bo vê jî dema ku ez ‘DOZGER NAHÊLE KURÊ XWE BIBÎNIM’

Yalavuz got kurê wê di unîteya lênerîna giran de bi dest û piyê kelepçekirî tê tedawîkirin û got ew vê qebûl nakin. Yalavuz got, doktoran gotiye rewşa kurê wê hê giran e lê ji bo ku zûtir baş bibe divê rojê 3-4 caran li ser were gerandin. Dayika Yalavuz her wiha got piştî ku duh kurê xwe dîtiye dozger qedexe kiriye ku kurê xwe bibîne û ferman daye leşkeran da ku wî nedin gerandin.

Dayik Yalavuz got ji bo ku kurê wê zû rehet bibe divê tedawiyeke baş lê bikin û ji bo qedexeya hevdîtinê û gerandina kurê wê jî ew ê daxwazname bidin dozger.

RAMAZAN YAVUZ JÎ EV 4 ROJ IN DI BIN ÇAV DE YE

Her wiha heman rojê Osman Yavuz jî ku baxçeyê xwe av dida ji hêla leşkeran ve ji mil û piyê xwe hate birîndarkirin, şevê jî ji unîteya lênerîna giran hate derxistin û anîn serwîsa normal. Diyar bû ku piştî ku Yalavuz birîndar kirine bi êşkenceyê milê wî yê çepê şikandine.

Bavê Osman Yalavuz Ramazan Yalavuz piştî bûyerê bi çar rojan hatibû binçavkirin û ew anîbûn Midûrîyeta Emniyetê ya Navçeya Licê. Diyar bû ku bav Yalavuz ê ku ev 4 roj in di bin çav de ye nexweş e û tim ji hiş diçe.

Piştî ku ‘qedexeya derketina gund’ bi sînorkirî şevê dî li ser Licê, Hezro û Qulpê rabû, leşker ji gund vekişiyan.