Yagiz: Rewşa min a tenduristiyê nebaş e, lê ez bi biryar im!

Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ku li Hewlêrê 73 roj in di greva birçîbûnê de ye, rewşa wî ya tenduristiyê giran bû. Yagiz got, "Rewşa min a tenduristiyê nebaş e, lê heta ku tecrîd bê rakirin ez ê çalakiya xwe bidomînim."

Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hewlêrê ketiye greva birçîbûnê, 73 roj in çalakiya xwe didomîne.

NEXWEŞÎ LÊ ZÊDE DIBIN

Yagiz her roj bi rêk û pêk ji aliyê doktor ve tê kontrolkirin. Tevî ku gelek kîlo li xwe kêm kiriye, her verdişe, nexweşiyên mîde, serêşî û tansiyonê lê peyda bûne.

Yagiz got, "Rewşa min a tenduristiyê nebaş e, lê belê ez bi biryar im ku çalakiya xwe bidomînim" û wiha dewam kir: "Doktor her roj tên û kontrol dikin. Çalakiya me ya li dijî tecrîdê wê heta dawiyê bidome. Heta ku tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bibe, ez ê çalakiya xwe bidomînim."