Yagiz nema baş dibîne, nema baş dibihîze!

Nasir Yagiz ku 98 roj in li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye, nema baş dibîne û dibihîze.

Nasir Yagiz ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, rewşa wî ya tenduristiyê kêlî bi kêlî nebaş dibe.

Li gorî agahiyên ji doktoran hatin girtin, ji êvara Duşemê ev êşeke giran ketiye zikê Yagiz.

Yagiz ku êdî nema baş dibîne, bi zorê dibihîze. Doktor dibêjin, pirsgirêkên dîtinê yên Yagiz giran bûne.

Yagiz demek e bi zorê radizê, ku van rojên dawî lê welê hatiye ku nikare razê. Danê sibehê jî bêyî alîkariya kesên li ber wî ne nikare ji nava nivînan rabe.

Yagiz tedawiyê red dike û dibêje ku ew di çalakiya xwe de bi biryar e. Giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê rê li ber fikaran vedike.

Nasir Yagiz 13 roj piştî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Li gel Yagiz, li Hewlêrê bi rengekî dorveger greva birçîbûnê pêk tê. Greva li Hewlêrê ku 97 hev roj li pey xwe hişt, bi koma 49'an didome.

Li kampa penaberan a Mexmûrê jî endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok 20'ê Çileyê dest bi greva birçîbûnê kir û 30 roj in di grevê de ye.