Yagiz: Ez jî gelê Mexmûrê hêz digrim!

Endamê Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz ê ku 60 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, diyar kir ku tevî rewşa xirab a tenduristiyê heta tecrîd bidawî bibe wê çalakiya xwe bidomîne.

Endamê Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê Nasir Yagiz ê ji welatiyê Bakurê Kurdistanê ye li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan ev 60 roj in di grevê de ye, hestên xwe yên li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ji ANF’ê re vegot.

Berxwedaniyek bê hempa ya ku li her çar parçeyên Kurdistanê û ji derveyî Kurdistan di heman demê de, berxwedana zindanan a greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li zindanan li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, li bajarê Hewlêr jî bi çalakiya welatiyê Bakurê Kurdistanê Nasir Yagiz tê berdewam kirin.

‘RAMANÊN BIRÊZ OCALAN JI BO XWE ESAS GIRT’

 Nasir Yagiz qala jiyana xwe kir û wiha got:“ Ez Nasir Yagiz ku ev 60 roj in ku di çalekiya greva birçibûnê de cih digrim. Malbata min ji malbatek welaparêze û welatparêziya min ji aliyê malbatê ve tê. Naskirina min ya ji bo rêxistina HDP’ê û BDP’ê di sala 2014 ‘an de çêbû. Her çendî min zû rêxistin nasnekiribe jî, lê hewldanên min ya ji bo naskirin û bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan min her tim ji bo xwe kir armanc, her ku diçû min xwe pêş xist.

 ‘EZ DEYNDARÊ WARGEHA MEXMÛR IM’

Yagiz di berdewamiya nirxandina xwe de bal kêşand li ser gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê û wiha pêde çû: “Dema gelê wargeha Mexmûrê çi ciwan, zarok, dayik, bav dema tê ba min, ez pir keyifxweş dibim û ji wan hêz digrim. Gelê Mexmûrê gelek pir êş kêşandiye û di heman demê de bi tu şêweyi dest ji berxwedaniya xwe ne berdane. Ez her roj her seat hêza xwe kêfxweşiya xwe ji wan digrim. Dema gelê wargehê ne li ba min babûya, wile wê Nasir ne hatiba heta vên rojan. Bê navber gelê wargehê tên serlêdana min dikin. Ez ji tevahi gelê wargehê zarok, ciwan, bav, dayîk ji wan re silavê xwe dişinim.

 ‘EZ TI CAR GELÊ MEXMÛRÊ JI BÎR NAKIM’

Ez ji hevaltîû civak bûnê pir hez dikim, tişta ji bo min ya herî girîng ji ew in; min di zarokatiya xwe de ji civak û hevaltî qîmet dida niha ji didimê. Ez di rûyê gelê wargeha Mexmûr de hevaltiyek pir germ dibînim. Ez ti carî gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji bîr nakim.

‘BI RUHÊ ŞOREŞA ROJAVA BERXWEDANA LEYLA GUVEN SERÎ HILDIN’

Nasir Yagiz di dawiya nirxandina xwede bang li tevayî gelê Kurd kir ku xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin û got: “ Li her derê Kurdistanê gel rabin ser piyan, xwedî li çalakvanên di zinadanan de li himber faşîstan berxwedan dikin, derkevin. Bi ruhê şoreşa rojava, berxwedaniya birêz Leyla Guven û hemû berxwedêrên di zindadan de tevbigerin û serî hildin.”