Yagiz: Encam çi dibe bila bibe çalakiya me wê bidome!

Rewşa Nasir Yagiz ê di greva birçîbûnê de giran bû. Yagiz ê ku nikare xwe li xwe bigire, nikare tiştên şilî jî vexwe. Yagiz got, ''Encam çi dibe bila bibe em ê çalakiya xwe bi şikandina tecrîdê serfiraz bikin''.

Diyar bû Nasir Yagiz ê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan ev 87 roj in di greva birçîbûnê de ye, sibehan li gel ku şiyar dibe jî nikare rabe ser xwe. Yagiz her wiha ji ber ku dilê wî dixele nikare tiştên şilî jî vexwe. Her wilê rîtma dilê wî xira dibe û serêşiya giran pê re çêdibe.

Yagiz ê ku li Nûnertiya HDP'ê di grevê de ye têkilî xwe got, ''1992'yan li Êlihê jidayik bûm. Weke ciwanên din ên Kurd bi têkoşîna gerîlayên Kurdistanê min têkoşîn nas kir. Zaroktiya min li deverên şer lê giran ên Kurdistanê derbas bû. Ez hê 7 salî bûm li ser Rêbertiya me Abdullah Ocalan komploya navnetewî ya 1999'an pêk hat. Zaroktiya min di nav atmosfera giran a komployê de derbas bû. Dema ku bûme ciwan di nav ciwanên welatparêz de min cih girt. Di nav xebatên ciwanan de bi xwendina pirtûkên Rêbertî, min hewl da ku felsefeya wî ya azadiyê, wekheviyê nas bikim. Her ku min felsefeya Rêbertî nas kir, min tecrîda li ser wî qebûl nekir.''

'BERIYA TENDIRISTIYA ME YA GIRÎNG VÎNA ME YE'

Nasir Yagiz, 2014'an di çalakiya mertalên zindî de ya li dijî operayona leşkerî ya li Sasona Êlihê me nas kiribû. Wê rojê provakasyona dewleta Tirk a bi mebesta ku muzakereyên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bidawî bike, hatibû pûçkirin. Ji bo ku ev çalakiya aştîxwaz neyê bihîstin, li gel 87 çalakgerên mertala zindî li Qereqola Tabûra Sasonê em 3 rojan destgîrkirî man. Nasir Yagiz ê destgîrkirî gotibû li ser aştiyê tecrîd nikare were danîn. Ji wê rojê ve hema hema 5 sal bihurîn.  Nasir Yagiz ê ku ji bo tecrîd rabe tevlî greva birçîbûnê ya bêdawî û bêveger bûyî got, ''Bawer bikin serfirazî nêzîk e. Ti tişt li bara baweriyê nikare xwe bigire. Bi berxwedana ku di bin baweriyê de kom bûyî, bi vê vînê em ê bi ser bikevin. Bila baweriya me tam be bila tendiristiya me ne baş be. Heta niha moralê min neşikestiye. Ez ê nehêlim ku pirsgirêkên tendiristiyê jî moralê min bişkîne. Bi vê hişmendiyê wê serfirazî ya gel be.''

'BI ÇALAKIYA GUVEN HIŞYARÎ ÇÊBÛ'

Yagiz têkilî berxwedana Leyla Guven ku li Zindana Amedê dayî destpêkirin û berbelavbûyî got:

''Parlamentera me ya Colemêrgê, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li Zindana Amedê pêngaveke berxwedanê da destpêkirin. Ev pêngav berxwedanê li dijî komploya navnetewî ya 20 salan ku me Kurdan ti caran qebûl nekirî û li dijî tecrîdê serhildanek bû. Pêngava Leyla Guven her wiha bersivek bû li djî hînbûna me ya li bara komplo û tecrîda li ser Rêbertî. Bi vê çalakiyê hişyarbûnê dest pê kir.

Komplo berdewam dikir. Li ser Rêbertî tecrîd hebû. Tam di rewşeke wiha de DYE'yê li ser sê pêşengên Tevgerê biryarek stand. Xelata pereyan li ser serê hevalan danîn. Hevalan jî ev mîna komploya duyan nirxandin. Van hemû tiştan ez pir dame fikirandin. Ez pir lê hûr dibûm. Li dijî van rewşan çalakî hebûn. Lê çalakiyan têrê nedikir. Ji ber ku nedikir ku biryardar dev ji ya xwe biqerin. Bi çalakiyên li ber saziyên hevkarên mezin ên welatên Ewropayê û NY'yê me ji wan hêvî dikir. Rêbertiyeke me heye ku xwe fedayî me û gel kiriye. Lê me li dijî komployê û li dijî tecrîda li ser zêde tiştek nedikir. Ev çalakî bi armanca rakirina vê ye, bi armanca parçekirina komployê ye. Heval Leyla, ez, hevalên li Strasboûrg, li zindanan, heval Yusuf, heval Îmam, heval Şiyar ango hemû hevalên di çalakiyê de biryardar in.''

'GELÊ ME DIVÊ EWROPAYÊ BIHEJÎNE'

Yagiz got, "Yê ku tecrîdkiriye gelê me bi xwe ye" û wiha dewam kir: "Heta ku di şexsê Rêbertî de tecrîdkirina gel bi dawî bibe, çalakiya me wê bidome. Heta jiyaneke azad bi nasname û Rêberê xwe li welatê xwe, em ê çalakiya xwe bidomînin. 20 sal in gelê me komployê şermezar dike. Bi şiyara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' daketin qadan. Hêvî dkim ku bi çalakiyên demokratîk, bi biryar û radîkal sala 2019 bibe sala bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê me. Ez bawer im ku gelê me bi biryar e vê yekê bike. Divê gelê me êdî bi rengekî topyekûn dakeve qadan. Divê bêhna azadiyê bike û bi vî rengî dakeve qadan. Her ku bi çalakiyan xwedî li greva birçîbûnê tê derketin, em dibînin ku tecrîd diderize, hêdî hêdî dişikê.

Divê gelê me bi çalakiyên xwe Ewropayê bihejîne. Bi rabûna ser piyan divê em nîşan bidin ku di aştî, wekhevî û azadiyê de bi israr in. Li dijî çek û mirina ku dijmin li me ferz dike, divê em li ser xeta Rêbertî bimeşin û daxwaza xwe ya aştî, demokrasî û azadiyê nîşan bidin.

Çalakiya me heta bidawîbûna tecrîdê wê bidome. Berdêl çi dibe bila bibe em ê bidomînin. Me şehadet dan pêş çavên xwe û dest bi çalakiyê kir. Me seqetmayin, korbûn dan pêş çavên xwe û dest bi çalakiyê kirin. Ji ber vê yekê kîjan dibe bila bibe, ji bo me ferqa wan nîne. Ya girîng ji bo me serketina çalakiyê ye, rabûna tecrîdê ye. Şehadeta me wê bibe şehadeteke cuda. Wê nebe şehadetek ji bo jiyaneke şexsî. Em ê bibin şehîdê doza gelekî, doza azadiya Rêbertî. Ji vê birûmettir tiştek nîne. Em ê bi ser bikevin. Em neçar in bi ser bikevin, ji bilî serketinê çareyeke me ya din nîne. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê çalakiya xwe bi ser bixînin. dibe ku em kor bibin, ker bibin, nikaribin bimeşin lê em ê bi ser bikevin."