Ya ku li hemberî teslîmiyetê berxwedan hilbijart: Dîcle Ela

Dîcle Ela (Velîde Avras) teslîmiyet qebûl nekir û bombeya xwe bi xwe teqand. Dîcle bi kesayetiya xwe bandoreke mezin li derdora xwe kiribû.

Dîcle Ela (Velîde Avras) di sala 1990’î de li Tetwana Bedlîsê ji dayîk dibe. Malbat ji ber hesreta wan Kurdistanê, navê Welat didin wê. Dema ku dixwazin biçin nasnameya wê derxînin, daîreya nifûsê ji ber ku navê wê ne bi Tirkî ye, vî navî qebûl nake. Malbat jî navê wê Velîde datîne. Ji ber şerê li Kurdistanê malbat di sala 1995’an de bar dike Bagcilara Stenbolê. Malbat wê naşîne dibistanên pergalê. Welat dema dibe 12 salî, ji bo hînbûna xwendin û nivîsandinê tevî amojinên xwe diçe dibistana şevê.

Mamosteya Welat a ku 2 salan dersê dide rojekê ji malbatê re dibêje “Welat gelekî jîr e, heke hûn jî qebûl dikin em ê di pola 7’an binivîsinin.” Welat vê teklîfê qebûl dike lê piştî ku 2 salan diçe dibistanê, dev ji dibistanê berdide û li atolyeyeke tekstîlê dixebite. Piştre derdikeve holê, Welat ji ber Kurdbûna xwe li dibistanê zext li wê tên kirin. Di sala 2012’an de ji bo biçe kar ji malê derdikeve û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Welat beşdarî PKK’ê dibe û li vê derê navê Dîcle Ela ji xwe re hildibijêre.

‘HEKE TU PIŞTA MIN BIDÎ ERDÊ, EZ Ê DEV JI CIXAREYÊ BERDIM’

Diya wê Muzeyyen Avras diyar kir ku Welat zaroka herî biçûk bû û got, “Ji ber ku ya herî biçûk bû, me jê hez dikir. Gelekî henekbaz bû. Dema ku ew ne li malê bû, wekî ku kes ne li malê bû. Ji min re digot ‘Em hevalên hev in’. Cixare dikişand, rojekê ji min re got, ‘Heke tu pişta min bidî erdê, ez ê dev ji cixareyê berdim’. Min ew avêr erdê û wê jî got, “Soz be, ez ê careke din cixareyê nekişînim’ Û careke din min nedît ku cixare kişand.”

Diya wê Muzeyyen diyar kir ku keça wê gelekî ji Kurdistanê hez dikir û got, “Rojekê wekî her carê çû kar. Careke din venegeriya. Rojekê me dît ku, li Şengalê li dijî DAIŞ’ê şer dike. Em bi wê serbilind bûn.”

Welat a ku 5 sal in di nav refên PKK’ê de bû, di sala 2013’an de li Şengalê li dijî DAIŞ’ê şer kir. Welat di 26’ê Cotmehê de li qada Dorşînê ya Pasûrê ya Amedê tevî Berfîn Taşli (Sarîna Amed) û Mûstafa Guneş (Hebûn Amed) li dijî artêşa Tirk ketin şer. Dîcle Ela, Sarîna Amed û Hebûn Amed heta gulleya xwe ya dawîn şer kirin û ji bo ku nekevin destê leşkeran bombeyên xwe bi xwe teqandin.”