Xwişka çar şehîdan: Tevlî kampanyaya 'Edalet ji bo Kurdan' bibin

Xwişka 4 şehîdan Sêwan Kakemend bang li her kesî kir ku ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê tevlî kampanya 'Edalet ji bo Kurdan' bibin.

Xwişka çar birayên şehîd Sêwan Kakemend a Kerkûkî bal kişande ser pîrozbûna rêbaza PKK’ê ya ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê û daxwaz ji her kesî kir ku bi erkê xwe rabin û tevlî kampanya 'Edalet ji bo Kurdan' bibin.

'PKK PARASTINA HER ÇAR BEŞÊN KURIDSTANÊ DIKE'

Sêwan Kakemend işaret bi rêbaza têkoşînê ya PKK’ê kir û got, "Ez yekane xwişka çar birayên şehîd im ku her çar ji wan ji bo azadiya Kurdistanê şehîd bûne. PKK tevgereke azadîxwaz a paqij e û ti carî xiyanetê li gel û niştîmana xwe nekiriye. Timî keç û xortên PKK’yî bi qehremanî û dilsozî parastina gel û niştimanê kirine û çavên wan li xaka ti kesî nebûye. PKK ji bo her çar beşên Kurdistanê bêyî cihêkarî têdikoşe."

'BI QEHREMANTIYA PKK’Ê KERKÛK JI ÊRIŞÊN DAÎŞ’Ê HATE PARASTIN'

Sêwan Kakemend di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku nêzî sed salan e niştecihê Kerkûkê ne û wiha pêde çû; "Ev bajar bi domdarî di bin gefên dijminan de bûye. Sala 2016’an çeteyên DAÎŞ’ê ji navçeyên başûrê Kerkûkê ku niştecihên wê Ereb in ji bo dagirkirina Kerkûkê êrişeke berfirerh da destpêkirin. Di vê êrişê de şerekî dijwar qewimî ku tê de gerîlayên PKK’ê û hêzên pêşmergeyên Yekîtiya Niştimaî ya Kurdistanê bi qehremanî parastina Kerkûkê kirin. Di wî şerî de 200 pêşmerge û çend fermandeyên wek Lîwa Şêrko şehîd bûn. Bi qehremantiya PKK’ê Kerkûk ji êrişên DAÎŞ’ê hate parastin."

'DEWLETA DAGIRKER TERORÎST E'

Kakemend behsa dagirkerên li Kurdistanê kir û ragihand, "Ew dewletên dagirker ên ku PKK’ê û Tevgera Azadîxwaziya Kurdistanê wek terorîst binav dikin, ew bi xwe terorîst in ku bi domdarî hewl didin bi rêya gelek cureyên komkujiyan gelê Kurd tine bikin. Ew dewletane terora dewletê birêve dibin û bi xwe terorîst in, ne PKK."

'JI HER KESÎ DIXWAZIM KU TEVLÎ KAMPANYA EDALET JI BO KURDAN BIBIN'

Xwişka çar şehîdan Sêwan Kakemend işaret bi kampanya îmzeyan a 'Edalet ji bo Kurdan' kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; "Niha kampanyayek bi navê 'Edalet ji bo Kurdan' heye ku tê de ji bo derxistina PKK’ê ji 'lîsteya terorê' pêngavek ya komkirina îmzeyan hatiye destpêkirin. Ez wek yekane xwişka çar birayên şehîd piştevaniya xwe ji bo vê kampanyayê radigihînim û ji her kesî dixwazim ku tevlî kampanyayê bibin."