Xwezaya Kurdistanê her werzê bedew e

Xwezaya Kurdistanê ya ku talan û wêranî li ser kêm nebûye, her werzê bi reng û bedewiyek nû mirov sersurman dike.

Erdnîgarıya Kurdistanê ya ku ji dîrokê heta niha li ser bedena wê şer û ceng e, talan û wêranî ye, her werzê salê bi bedewiya xwe balê dikişîne û mirov sersurman dike.

Her parçeyên Kurdistanê bi taybetmendî û xwezaya xwe cihekî xwe yê taybet di dilê mirovan de heye. Her dever û herêmek bi şînatî û nebatên xwe yên cihê reng û bedewiyek din dide vê erdnîgariya ku talan li ser kêm nebûye.

Li ser vê erdnîgariya bi xwîn û şer gelek cih û dever hene ku bêne kifşkirin û tomarkirin. Li her aliyekî bedewiyek û rengek xwezayî xwe nîşanî mirov dike. 

Her bihosteke xaka Kurdistanê ku ji bo azadiyê xwîn lê hatiye rijandin, li ser wê xakê gul û kulîlkên renga reng serî hildane û bûne ruhê wan şehîd û şervanên azadiyê.