Xwepêşandana li Silêmanî ya li dijî hikûmetê dewam dike

Xwepêşandanên gel ên li dijî hikûmetê ku duh destpê kiribû îro jî dewam kir. Di xwepêşandanê îro de hêzên asayîş û polîsan bi ava şid û îsotê êrîş bire ser çalakvanan, parlementer Şîrîn birîndar bûnû gelek kes hatin destgîrkirin.

Xwepêşandanên li Silêmanî ji ber nebûna xizmetgûzarî, mûçe, dizî, gendeliya hikûmetê hatibû destpêkirin îro jî dom kir.

Xwepêşanderên li ber Deriyê Sera kom bûn, bi yek dengî dirûşmên ‘Birûxî diz’, ‘Diz diz desthilat kanî dahata welat’ û ‘Barzanî û Talebanî endazyarê talanî’ qîr kirin.

Polîs û endamên asayîşê yên li cihê çalakiyê bi gaza îsotê êrîş bire ser xwepêşanderan, bi zorê hewl dan çalakvanan belav bikin. Xwepêşandan li kolanên Silêmaniyê belavbûne û dewam dike.

Di mudaxeleya polîsan û hêzên asayîşê ya tund de gelek çalavan ji ber gaza îstotê birîndar bûn. Di nava birîndaran de rojnamevan jî hene ku bûyerê dişopînin.

Di êrîşê de Parlamentera Tevgera Goran ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şirîn Emîn bi gaza îsotê birîndar bû. Dîsa hêzên asayîşê li Parlamenterê Serbixwe Sîrwan Babin jî dan.

Hate ragihandin ku hejmarek zêde çalakvan hatine destgîrkirin.