Xwendevanên Kerkûkê ji ber bêkariyê xwepêşandan kirin

Li ber avahiya parêzgeha Kerkûkê gelek xwendevanên keç û kur yên ji zanîngeha Kerkûkê mezûn bûne ji ber ku nayên peywirdarkirin xwepêşandanek lidarxistin.

Îro li çerxerêya Parêzgehê li ber avahiya Dîwana Parêzgeha Kerkûkê xwendevanan xwepêşandek lidarxistin. Xwepêşanderan daxwaza girtina wan a ji bo kar ji dezgehên hukumî kirin û daxwaz kirin ku di dema girtina kar de girîngî bidin yên mezûn bûne ku piştî çendîn salan ked û westandinê ti pêşerojeke wan nîne.

Yek ji wan xwendevanên zanîngehê yê bi navê Beşdar Xalid derbarê xwepêşandanê de ji ajansa me re axivî û got: “Em wek mezûnên zanîngeha Kerkûkê nêzî 6 meh in ku bi berdewamî xwepêşandanan dikin. Tenê daxwaza me girtina kar e ku ew jî mafê herî sade ye ku wek mezûnên zanîngehê me bi salan ji bo wê ked û westanek daye.”

Xalid her wiha ragihand: “Heta niha bi qasê 6 mehên bihorî ku me bi berdewamî xwepêşandan kiriye tu aliyekî pêywendîdar ji me nepirsiye, bi taybetî parlementerên bajêr ku demekî din vê dema hilbijartinan bê ji bo komkirina dengan têne ber deriyan. Lê niha tu pêdeçûnekê ji bo mafên me nakin, bi berdewamî ji hêla aliyên pêywendîdar ên bajêr soz didin me, lê her carê bi hincetekê sozên xwe pêk nayînin.”

Beşdar Xalid axaftinê xwe wiha bi dawî kir: “Heya niha tenê çend xwendvanên mezûnbûyî yên zanîngeha me wergirtine kar ku ew jî xizmên berpirsan in. Yên dîtir jî ku xizmên wan berpirs nînin û zarokên hejaran in bi ti awayî nikarin têkevin kar.”