Xwendekarên Zanîngehê: Em dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin

Xwendekarên Zanîngehê diyar kirin, ku ji bo siberojeke bi xêr û xweş, ji bo perwerde û jiyana akademîk, ew ê dengê xwe bidin û bang li ciwanan kirin, ku xwedî li sindoqan derkevin.

Xwendekarên Zanîngehê diyar kirin, ku ji bo siberojeke bi xêr û xweş, ji bo perwerde û jiyana akademîk, ew ê dengê xwe bidin û bang li ciwanan kirin, ku xwedî li sindoqan derkevin.

Xwendearên Zanîngeha Dîcleyê, sedema dengê xwe yê 'NA' ji ANF'ê re gotin û anî ziman, ew ê ne tenê deng bidin, her wiha ew ê sindoqan jî biparêzin.

Hrant Helbestyan, ji bo jiyaneke azad û hunereke rasteqîn, ji bo rûmeta mirovahiyê û xwezaya hatiye talankirin, ji bo nebarîna rondikên çavên dayikan û ji bo êdî zarok neyên kuştin, dibêje NA. Li gorî Helbestyan, eger dengê 'erê' bi ser bikeve wê xweza bê talankirin, huner pêşkêşî AVM'yan bê kirin û neçar bimînin di nava sîstemeke bi vî rengî de bijîn. Wê hîn bêhtir ciwan bimirin û rûmeta mirovahiyê her binpê bibe.

REDKIRINA DENGÊ ME, HEQARET E

Helbestyan destnîşan dike, ku divê her kes biçe ser sindoqan, deng bide û dibêje, "Divê mirovek dengê xwe red neke. Her dengekî bê redkirin, heqaret li kesayetiya me ye." Helbestyan bal kişand ser manîpulasyona neçûna ser sindoqan a AKP'ê ku di nava Kurdan de belavkiriye û bang li ciwanan kir, ku hê bi roleke aktîf rabin: "Ji ber ku ciwan hêza diyarker û parastinê ya sîstemê ye. Eger em dixwazin li cîhaneke azad weke ciwanan bijîn, divê em li ser sindoqan bin."

JI BO AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ

Nazdar Gokçe jî yek ji xwendekarên zanîngehê ye, ku hem wê bêje 'NA', hem jî şopdarê dengê xwe be. Li gorî Gokçe, dengê 'erê' wê kaosê girantir bike. Gokçe destnîşan dike, ku ji bo welatekî azad û demokratîk ew ê bêje 'NA' û tîne ziman, ku divê her kes dengê xwe bide. Gokçe dide zanîn, neçûna ser sindoqan tê wateya dengê 'erê' û dibêje, "Em dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin."

NA JI SERWERIYA NÊRÎNEKÊ RE

Mariya Oztopçû jî, ji bo azadiya nêrînê dibêje NA. Yek ji wan mirovan e ku serweriya nêrîneke bi tenê naxwaze. Oztopçû balê dikişîne ser zêdehiya sedemên NA û çend ji van tîne ziman: "Binpêkirina mafên jinan, komkujî û hilweşandin. Ji bo ev nebin, dibêjim NA."

Oztopçû dibêje, li gel ewqas sedeman nedana dengan ya jî bêbiryar mayin, helwesteke ne rast û ne berpirsyarî ye û vê bangê dike: "Ji ber vê yekê divê her kes biçe ser sindoqan û dengê NA bide. Ez bi taybetî bang li ciwanan dikim, ku xwedî li sindoqan derkevin."

HAY JI MANÎPULASYONAN HEBIN

Ayetûllah Ozsan jî anî ziman, ku ji bo zext bi dawî bibin, ciwan nemirin û zanîngeh serbixwe bibin ew ê bêje NA. Ya ku Ozsan bi giranî li ser disekine, propaganda neçûna ser sindoqan e û destnîşan dike, ku ev yek manîpulasyoneke ji bo zêdekirina dengê 'erê'. Ozsan bi taybetî ji ciwanan dixwaze ku guh nedin van gotinan û dibêje, "Em ciwan, biçin dengê xwe bidin, muşahîdiyê bikin û sindoqan biparêzin."

NEDAYINA DENGAN JINEDÎTÎ HATIN E

Meryem Tûna bibîr dixe, mafê jiyanê tê binpêkirin, qadên jiyanê tên talankirin, ked tê xwarin û di asta îşkenceyê de nêzîkatî li jinan tê kirin û dibêje ji ber vê yekê ew ê dengê NA bide. Tûna ji her kesî dixwaze ku dengê xwe bide û destnîşan dike, ku nedayina dengan tê wateya desteka ji bo vî şerî û jinedîtî hatine komkujiyan. Tûna dibêje, "guh bidin dengê wijdanê xwe û dengê xwe bi din" û tîne ziman, ku dayina dengan têrê nake, divê sindoq jî werin parastin. Tûna vê bangê dike, "Ji bo xwedîderketina li sindoqan, em dikarin muşahîdiyê bikin. Ji ber vê yekê, divê em meydanê vala nehêlin û xwedî li sindoqan derkevin."