Xwendekarê Kurd ê ku nijadperestan êrîşî wî kirin, rewşa wî ne baş e
Xwendekarê Kurd ê bi navê S.B yê ku li Zanîngeha Firatê dixwîne, komeke nijadperest êrîşî wî kirin. S.B. piştî êrîşî rakirin nexweşxaneyê û rewşa wî ne baş e.
Xwendekarê Kurd ê bi navê S.B yê ku li Zanîngeha Firatê dixwîne, komeke nijadperest êrîşî wî kirin. S.B. piştî êrîşî rakirin nexweşxaneyê û rewşa wî ne baş e.
Duh êvarî li Zanîngeha Firatê ya Xarpêtê komeke nijadperest êrîşî xwendekarekî Kurd ê ji Şirnexê kir. S.B. di beşa Endezyariya Makîneyan de dixwîne. Li gorî şahidên bûyerê 4 kesan êrîşî S.B. kirine û piştre ew ji dêrencekan avêtine.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku, kesî mudaxeleyî bûyerê nekirine û got, “Gelekî li wî dan. Jixwe ji bo kuştinê hatibûn. Ji paş ve li wî dan û piştre xirpişîn ser wî.”
Piştî êrîşê S.B. rakirin nexweşxaneyê û tedawiya wî ya li beşa nexweşên giran didome.