Xwê û şekir nadin girtiyên di greva birçîbûnê de ne

Li Girtîgeha Îslahiyê ya Tîpa T şekir, xwê û lîmon nadin girtiyên greva birçûnê.

Greva birçîbûnê ya girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Îslahiye ya Dîlokê li dijî binpêkirinên mafan dane destpêkirin dewam dike. Îlhamî Îşçî, Ûgûr Urun, Zennar Demîr û Hîccet Ûmûî yên rojhilatî 15 roj in, Reşît Dayan û Ûgûr Ûyar 10 roj in, Umît Ozen jî 7 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Girtiyên bi rêya parêzerên xwe serî li Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Dîlokê dan û qala binpêkirina mafên mirovan kirin; "Li ber deriye girtîgehê lêgerîna tazî bi zorê li me hat kirin. Di serjimartina rojane de li me ferz dikin ku mîna leşkeran bikevin rêzê û bi dengekî bilind xwe bijimêrin. Dema em diçin gera telefonê û cihên hevdîtinê li me ferz dikin ku weke leşeran bimeşin. Eger em serjimêriya rojane bi fermaneke leşkerî pêk neynin, li me didin. Di girtîgehên din de alozî û binpêkirinên mafan çiqas hebe li vir zêdetir tê pêkanîn."

Serokê Şaxê Komeleya Mafên Mirovan a Dîlokê Sînan Taştekîn ku doh çûbû girtîgehê, diyar kir ku ji ber têra xwe madeyên pêwîst ên weke şekir, xwê û lîmon nayên dayîn, çalakî bi awayê ‘Rojiya mirinê’ dewam dike. 

Hate ragihandin ku Nûnertiya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ya Dîlokê wê serdana girtiyan û rêveberiya girtîgehê bike.