Xizmên windayan pirsa Çîçek ê hate qetilkirin kir

Xizmên Windayan û endamên ÎHD’ê di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Abdulsamet Çîçek ê sala 1992’an hate qetilkirin, pirsîn.

Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan, li pêşiya Bîrdariya Parka Koşûyolûyê cara 590’î hatin ba hev. Xizmên Windayan, endamên ÎHD’ê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevlî çalakiyê bûn. Endama Destaya Rêveber a ÎHD’ê ya Amedê Derya Yildirim serpêhatiya Abdulsamet Çîçek xwend.

Yildirim anî ziman ku Çîçek li navenda Farqînê karmend bû. 15’ê Nîsana 1992’an tevlî merasîma cenazeyê Hanîfe Kûtû ya dibe qûrbanê kuştina kiryarên nediyar dibe û got: “Li goristanê keseke ku nêzî wî dibe ji bo cixareya xwe pê bixe, jê agir dixwaze. Heman demê kesek dûr li wan dinêre Çîçek nîşan dide. Piştre berî biçe mala xwe li dikanê deynê xwe bide, bi hevalê xwe yê kar Şehmûs re bi hev re dikevin ser rê. Di vê navê de 3 kes ji pişt ve dehf li Şehmûs didin û wî dixin erdê, gule li Abdullamet Çîçek direşînin. Abdulsamet ê di êrîşê de birîndar dibe, li cihê bûyerê tê qetilkirin. Gel ê li derdor, berpirsan digirin. Erkdarên emniyetê tên cihê bûyerê û berpirsê kiryarê digirin û dibin. Piştrî sê rojan berpirsên kiryarê ji ber nebûna delîlan tên azadkirin.”

Yildirim bîbîr xist ku gef û tundiya li ser malbatê dewam dike û wiha domand: “Kurê Çîçek dema ji dibistanê vedigere hinek nenas bi kêran êrîş dikin û birîndar radikin nexweşxaneyê. Êrîşkar dema dizanin ku nemiriye, berê xwe didin nexweşxaneyê. Doxtorên ku kurê Çîçek derman dikin, wî di beşa welidîna zarokan vedişêrin, wisa rizgar dikin. Yekîneyên Emniyetê, Abdulsamet Çîçek ê karmend weke endamê rêxistinê derbasî qeydan dike. Berpirsên qetilkirinê nehatin dîtin. Malbat ji ber gef û zextan gilî nake.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi rûniştinê dom dike.