Xizmên windayan li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê di sala 1997'an de hat windakirin, pirsîn.
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê di sala 1997'an de hat windakirin, pirsîn.
Şaxê ÎHD'ê yê Amedê û xizmên windayan, bi dirûşma 'Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin' cara 412 çalakiya rûniştinê pêk anîn. Çalakî li avahiya ÎHD'ê pêk hat û tevî rêveber û endamên ÎHD'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, xizmên windayan û aktîvîstên mafên mirovan tevlî bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Ozdemîr hat pirsîn, ku di sala 1997'an de li Amedê ji aliyê polîsên sivîl ve hate binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin.
BÎLÎCÎ: DEWLETÊ HESABÊ RASTIYAN NEDA
Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî bibîr xist, ku bi daxwaza edalet ev 412 hefte ne çalakiya rûniştinê lidar dixin û diyar kir, dewletê heta niha hesabê rastiya windayan nedaye.
Bîlîcî bibîr xist, ku Mujgan Ekîn ev 60 roj in winda ye û got, "Kê Mujgan Ekîn revandin, kê îşkence lê kirin... Lazim e ev bên eşkerekirin. Ji ber ku Mujgan Ekîn welatiya vê dewletê ye û dewlet ji ewlekariya jiyana wê berpirsyar e."
Bîlîcî da zanîn, di nava sala 2016'an de şer û zexteke giran hate kirin û diyar kir, ew hêvîdar e di sala 2017'an de şer biqede, Rewşa Awarte ji holê bê rakirin û agir nekeve dilê kesî.
ÇÎROKA MEHMET OZDEMÎR HAT VEGOTIN
Piştî Bîlîcî, Rêveberê ÎHD'ê Hasan Pekdogan qala çîroka Mehmet Ozdemîr kir.
Pekdogan da xuyakirin, ku tevî hemû hewldanên malbatê jî, ji ber rêyên hiqûa navneteweyî qediyan, di sala 1999'an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat dayîn û DMM'ê ji aliyê esas û ûsûlê ve biryara binpêkirinê daye.
Piştî axaftina Pekdogan, kurê Mehmet Ozdemîr Celal Ozdemîr qala bavê xwe kir.