Xizmên Windayan ji bo Vedat Aydin hatin ba hev

Xizmên Windayan û parêzvanên mafên mirovan, li Amed û Êlihê ji bo Vedat Aydin ê hate qetilkirin hatin ba hev.

Rêveberên Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed û Êlihê û Xizmên Windayan ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujeran derbixin holê û bên darizandin çalakiyên xwe yên heftane domandin. Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 543’yemîn de li avahiya ÎHD’ê çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan hildan.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Racî Bîlîcî di çalakiya vê hefteyê de axivî û got 543 heftene ew li aqûbeta windayan dipirsin û dixwazin kujer bên darizandin.

Bîlîcî bibîr xist ku meha tîrmehê meha qetilkirina Serokê Rêxistina Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê Vedat Aydin ê di 5’ê Tîrmeha 1991’an de hat windakirin û di 7’ê Tîrmehê de cenaze wî hat dîtin. Bîlîcî anî ziman ku dewlet kujerên Vedat Aydin ê rêveberê ÎHD’ê û parêzvanê mafê mirovan û siyasetmedarek serbilind bû baş dizane û got: “Vedat Aydin tu demê ji dest ji heqîqet û parastina mafên mirovan berneda. Di serdema hovîtî li ser kurdan pêk dihat Vedat Aydin rol û mîsyona xwe baş leyîst. Lê nehiştin xebata xwe bike û wî qetil kirin. Îro li vê salona em çalakiyê lê dar dixin jî navê wê Vedat Aydin e. Em jî soz didin Vedat Aydin û hemû windayan em ê kêliyekî dest ji vê dozê bernedin. Hûn her tim di bîra me de ne û hûnê qet ji bîra me dernekevin. Bila dewlet arşîvên xwe veke û kujeran eşkere bike.”

Parêzer Gurbet Yavuz a Rêvebera Şaxa ÎHD’ê jî çîroka qetilkirina Vedat Aydin xwend û qala bûyerê kir.

Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin.

ÊLIH

Rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan li Êlihê jî di hefteya 449’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê lidar xistin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Ayşe Acar Başaran, parêzvanên mafên mirovan, parêzerên endamên Komeleya Ji Bo Azadiyê Hiqûqnas (OHD) û xizmên windayan beşdar bûn û wêneyên windayan hildan.

Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Denîz Rumeysa Kaya daxuyanî xwend û bal kişand ser qetilkirina Vedat Aydin. Kaya da zanîn ku bi ser kuştina hovane ya Vedat Aydin de 28 sal derbas bûn û wiha got: “Kujerên wê hovîtiyê hêj tên parastin. Wê destê me di qirika kujeran de be. Em bejna xwe li ber dostê hêja Vedat Aydin û kesên di merasîma cenazeyê wî de jiyana xwe ji dest dan ditewînin û bibîr tînin.”

Piştî axaftina Kaya 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk hat.