Xizmên windayan ji bo Muldir û Gundiz hatin cem hev

Xizmên Windayan ên Amed û Êlihê hatin cem hev û li aqûbeta Alî Muldur û Alî Gunduz pirsîn, ku dewleta Tirk ew nebedî kiribûn.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê wek her hefteyê li Parka Koşûyolû kom bûn û di hefteya 658’emîn de li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin û cezakirin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn û di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Alî Muldir ê 28 sal berê li navçeya Sîlopiya Şirnexê hatibû windakirin, pirsîn. 
  
Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn destpêkê axivî û got 658 hefte ye ew ji bo aqûbeta windayan bipirsin têdikoşin û ew têkoşîna xwe wek “lêgerîna heqîqetê” pênase dikin. Zeytûn da zanîn ku li gel kujer diyar in jî dîsa jî kujer tên nayên dîtin û bi polîtîkaya bêcezahiştinê tên parastin. 
 
Zeytûn anî ziman ku ew bûyerên ku kujer tên parastin di demên nêzîk de bûne şahid û yek ji van kujerên tên parastin jî kujerê Kemal Kurkut e. Zeytûn destnîşan kir ku heta kujer bên cezakirin û winda bên dîtin dê têkoşîna xwe lêgerîna edaletê û heqîqetê berdewam bikin. 
  
Pişt re Sekreterê ÎHD’a Amedê Ferhat Berkpinar jî serpêhatiya windakirina Alî Muldir xwend. Berkpinar destnîşan kir ku tevî hemû lêgerîn û pêvajoyên darazî jî heta niha ji Ali Muldir agahî nehatiye girtin. 
 
Piştî daxuyaniyê Xizmên Windayan û beşdarên çalakiyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin. 
 
ÊLIH 
 
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 522’yemîn de li serê Cadeya Gulistanê li ber Peykerê Mafê Mirovan çalakiya “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Bên Darizandin” li dar xistin û wêneyên windayan hildan. Rêveberê ÎHD’a Êlihê Zekî Tanguner axivî û mexseda çalakiya ku demek dirêje tê lidarxistin bi bîr xist û ew dixwazin aqûbeta windayan eşkere bibe û kujer bên darizandin. 
 
Tanguner diyar kir ku ji ew vê hefteyê aqûbeta Alî Gunduz ê di 22’yê tebaxa 1998’an de li navçeya Kercewsa Êlihê hatiye windakirin bipirsin kom bûne. Piştî ku serpêhatiya windakirina Alî Gunduz hat xwendin, Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin.