Xizmên windayan ji bo Mehmet Acar hatin ba hev

Li Amedê Xizmên Windayan vê carê aqûbeta Mehmet Acar ê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû windakirin, pirsîn.

Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ku her hefte li dar dixin, di hefteya 601’emîn de berdewam kirin. Di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Acar ku di sala 1994’an de li Cizîrê li cem hevjîn û birayê xwe hat destgîrkirin û careke din agahî ji nehat girtin, hat pirsîn.

Di çalakiyê de Endamê Lîjneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz, çîroka Mehmetg Acar parve kir û da zanîn ku 3 beriya ku bê windakirina Acar 7 mehan li Girtîgeha Amedê girtî maye û piştî berdana xwe koçî Bûrsayê kiriye û piştî vegera xwe ya Cizîrê hatiye windakirin. Yilmaz, destnîşan kir ku dema ku malbata Acar li kurê xwe geriyaye rayedaran ji wan re gotiye ku li mala xwe rûnin, wê heman aqûbet bê serê we jî.

Yilmaz, herî dawî got ku malbata Acar di sala 2009’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê daye û giliya cemal Temîzoz û Abdulhakîm Guve ku difikirin ku têkiliya wan bi windakirina kurê wan re heye kirine lê hemû hewldanên wan ên ji bo vê yekê bêencam mane.