Xizmên windayan ji bo Mehmet Înan li hev civiyan

Li Amedê xizmên windayan û endamên ÎHD’ê vê hefteyê jî li edaletê geriyan. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mehmet Înan hate parvekirin.

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 484'an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê pêk anî. Rêveber û xizmên windayan beşdar bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Înan  hat pirsîn ê ku di sala 1994’an de 3 caran hate destgîrkirin û  herî dawî li Sêrtê hate windakirin.

Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdûllah Zeytûn, berî daxuyaniyê axaftinek kurt kir û wiha got: “Rayedar û desthilatdariya siyasî ya wê demê berpirsên kujerên windayan e. Ji salên 90’î ve lêgerîna me ya edaletê berdewam dike. Wê lêgerîna me ya edalet û heqîqetê berdewam bike. Em ê vê têkoşîna xwe bi xizmên windayan re bidomînin.”

ÇÎROKA MEHMET ÎNAN

Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mehmet Înan ê di sala 1994’an de li Sêrtê hat windakirin, hat vegotin. Parêzerê  mafê mirovan Emîn Ermîn çîroka Înan vegot û wiha axivî: “Înan berî bê windakirin 3 caran hat destgîrkirin. Bavê Înan Alî Înan, hevjîna wî zarokên wî  di 28’ê Sibata 1994’an de gava li ser kaniya avê sewalên xwe diçêrandin, Mehmet Înan ji bo pêdiviyên malbatê diçe Sêrtê. Înan gava bi şev venagera malê, malbata wî dikevin nav fikaran. Bav Alî Înan, sibê diçe Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê û serî li Fermandariya Tûgayê dide. Lê tu lêpirsînê venakin.”

Ermîn, da zanîn ku piştî windakirina Înan 4-5 roj şûn de polîs bavê wî Alî Înan dibin Midûryeta Polîsan a Sêrtê. Li qereqolê hin wêneyan nîşanî wî dikin. Ew kesên di wêneyan de nas nake. Polîs dûre derengiya şevê wî dibin malê. Ji wê rojê û şûn de qet agahî ji Mehmet Înan nayê girt û aqûbeta wî heya roja îro ne diyar e.”