Xizmên Windayan ji bo kesên ku dewleta Tirk ‘winda kir’ hatin ba hev

Xizmên Windayan ji bo Nûrî Dayan, Omer Onen û Mehmet Şirîn Maltu yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin 'windakirin' hatin cem hev.

Çalakiya bi dirûşmeya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan ve tê lidarxistin vê hefteyê li Amed, Şirnex û Êlihê berdewam kir.

AMED

Li Amedê ÎHD’ê û xizmên windayan çalakiya hefteya 780’emîn li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan a Amedê lidar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de aqûbeta Nûrî Dayan û Omer Onen ên di 14’ê Çileya 1994’an de li navçeya Xana Axpar a Amedê hatin windakirin hate pirsîn.

Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ê di çalakiyê de axivî, bal kişand ser zextan. Yilmaz, anî ziman ku 30 sal in têkoşîna windakirî bên dîtin dimeşînin û wiha got: “Hinekan gotin hin cînayetên siyasî bi merdane hatine kirin. Em vê penasekirinê weke îtîrafekê dinirxînin. Ev beyanên seroka giştî ya partiya siyasî û yek ji Wezîra Karên Derve ya wê demê îtîraf in. Divê ev feraset were terkkirin û hesab were dayîn.”

Piştre hevjîna Onen Nezîre Baran axivî. Baran, da zanîn ku hevjînê wê li navçeyê piştî bi Nûrî Dayan re bi traktorê çûn êdî venegeriyan û wiha got: “30 sal derbas bûn. Ez li wî û hevrêyên wî diğerim. Ev êş nayê ji bîr kirin. Ez wan bi bîr tînim. Em piştî zilma dewletê li Amedê bi cih bûn. Îro neviyê min 13 salî ye. Em bimirin jî dê neviyên me vê rêyê bidomînin. Em ê vê têkoşînê bidomînin.”

Piştre endama Komîsyona Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî çîroka Omer Onen xwend. Piştre daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

ÊLIH

Li Êlihê jî ÎHD û xizmên windakiriyan di hefteya 616’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulîstanê hatin ba hev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Malbaten windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên OHD’ê, MEBYA-DER’ê, Baroya Êlihê, DEM Partî û DBP’ê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Şirîn Maltû yê di 31’ê Çileya 1995’an de piştî li mezraya Zediya ya navçeya Hezo ya Êlihê hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate girtin hat pirsîn. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Yûnûs Bagiş ê çîroka windakirina Maltû vegot, anî ziman ku heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna xwe bidomînin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

ŞIRNEX

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê ji bo kesên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin li Kolana Hunerê ya navçeya Cizîrê daxuyanî da çapemeniyê.

Endamê ÎHD’ê Lokman Dîrîcan ê di daxuyaniya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin de axivî, aqûbeta Omer Oner û Nûrî Dayan ê di sala 1994’an de li navçeya Çinarê hatine windakirin pirsî.

COLEMÊRG

Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windakiriyan di hefteya 106’an a çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” didomînin de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin bahev.

Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê beşdarî çalakiyê bûn û piştgirî danê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin.

Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz, di axaftina xwe de bertek nîşanî gotinên Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşenerê yên “Em berê bûn şahidê cînayetên siyasî lê merdane bûn” da.

Çapraz, anî ziman ku daxuyaniyên Akşenerê weke îtîrafê ne û wiha got: “Dewlet bi zanebûn parastina faîlan didomîne. Hûnê di xema malbat û zarokên kesên ku di kuştinên kiryar nediyar de hatine qetilkirin bixeniqin. Ev mirovên li vir kombûne ne bi armanca tolhildanê ji bo edalet pêk were û faîl bên dîtin li vir in.”

Lawê Abdullah Canan ê di 17’ê Çileya 1996’an de li ser rêya Gever û Wanê piştî ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin cenazeyê wî 5 roj şunde ji aliyê gundiyan ve hate dîtin, Tayyup Canan jî axivî. Canan ê çîroka jiyan, revandin, qetilkirin û pêvajoya darazê ya bavê xwe ve vegot, wiha axivî: “Çend sal derbas bibin jî em ê tu carî dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Abdullah Canan, ji bo hemû windakiriyên xwe bernedin. Em ê bi bîr bixin ku dewlet neçar e di nava normên hiqûqê de tevbigere.”

Canan, anî ziman ku divê Wezîra Karên Hundir a serdema cînayetên kiryarên nediyar çêdibûn Akşener, tiştên dizane vebêje û wiha berdewam kir: “Heke Akşener ne axive, dê di rûperlên qirêj ên di dîrokê de cih bigire û were darizandin. Dewlet neçare cînayetên siyasî ronî bike. Em siyasetvanên ku xurîfîne yên li cem kujerên weke Akşenerê naxwazin.” Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.