Xizmên windayan ji bo Hatîce Atalay kom bûn

Xizmên Windakiriyan li Amedê di çalakiya xwe ya 708’emîn de li kujerên Hatice Atalay pirsîn. Atalay di sala 1996’an de hatibû qetilkirin.

Xizmên Windakiriyan û Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 708’emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ku her hefte li dar dixin, li ber Birdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolûyê ya li navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Xizmên Windakiriyan li ber Birdariyê kom bûn û wêneyên windakiriyan hilgirtin. Di çalakiya îro de serpêhatiya qetilkirina Hatîce Atalay hat xwendin. 

Çîroka Hatîce Atalay ji aliyê Endamê Komîsyona Windakiriyan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin. Akdenîz diyar kir ku Hatîce Atalay û hevjîne wê 10’ê Îlona sala 1996’an de di saet 22.00  û 23.00’an de bi hev re diçin baxçeyên sebzeyan ku li hemberî Midûriyeta Polîsan a Navçeya Pîranê ye av bidin. Firat bi lêv kir ku ciranê wan Hatîce Akkoç jî bi wan re bûye û destûra avdaniyê ji midûriyetê girtine. Firat anî ziman ku di wê navberê de tîmên taybet ên lêşkerî bi çekên giran gule tên reşandin û got: “Di dema gulebaranê de Hatîce Atalay birîndar dibe. Hevjîne wê bi hawar ber bi emniyetê ve diçe û ji wan re dibejê hevjîna min birîndar bûye û dixwaze wê rakin nexweşxanê. Lê li wir polîsek gefan lê dixwe û dibejê, ‘em ê te jî bikujin’.”  

Firat diyar kir ku heta seat şeşê serê sibehê wan li wir didin sekinandin û Hatîce Atalay ji ber ku nekariye biçe nexweşxaneyê û ji ber jêçûna xwînê jiyana xwe ji dest dide. Firat destnîşan kir ku piştî bûyerê û heta niha lêpirsînek bibandor nehatiye destpêkirin û got: “Bijîşk û Serdozgeriya Komarê jî tên cihê bûyerê û piştî ku Hatîce Atalay dibin nexweşxaneyê, cenazê teslîmî malbatê dikin. Emniyet li cihê bûyerê lêkolîn dike û dibêjin ‘me tu berikên guleyan li cihê bûyerê nedîtin’. Piştre jî Serdozgeriya Komarê ser bûyerê digire. Ji ber ku heta niha lêpirsînek bibandor nehatiye destpêkirin qetilkirina Hatîce Atalay jî wekî kujer nediyar dimîne.” 

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windakiriyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.