Xizmên windayan êrîşa polîsan a ser dayikan şermezar kirin

Xizmên Windayan li Amed û Êlihê li dadmendiyê pisîn. Di çalakiyê de êrîşên li ser dayikan ku xwedî li zarokên xwe xwedî derkevin, şermezar kirin.

AMED
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 535’emîn de li avahiya Şaxa ÎHD’a Amedê çalakiya “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Bên Darizandin” li dar xist û li aqûbeta windayan pirs kirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Rêveberên ÎHD’ê ji bo Roja Dayikan qurnefil dan jinên beşdarî çalakiyê bûn. 
 
‘TUNDIYA LI DIJÎ DAYIKAN NAYÊ QEBÛLKIRIN’ 
 
Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytun di çalakiyê de axivî û got: “Çawa ku malbatên windayan li korîdorên edliyeyan têdikoşin, îro jî bi heman rengî malbatên girtiyan ji bo zarokên xwe bidin jiyîn, hiqûqê bi bîra rayedaran bixin û qanûn pêk werin li qadan û li ber derê hepsan dengê xwe radigihînin. Dayik tenê ne ji bo zarokên xwe di heman wextê de ji bo aştiya civakî jî têdikoşin. Lê mixabin bi tundî û êrîşa polîsan bersiva daxwaza dayikan didin. Ev nayê qebûlkirin.” 
 
‘DAYIK, ROJA DAYIKAN PÎROZ NAKIN’ 
 
Sekretera Şaxa ÎHD’ê Yuksel Acer Aslan jî bi bîr xist ku sibê Roja Dayikan e û got: “Dayik ji ber zarokên xwe winda û ji ber zarokên wan li hepsan dihelin û ber bi mirinê ve diçin bi xemgînî vê rojê pêşwazî dikin û dê vê rojê pîroz nekin.” 
 
ÇÎROKA BEDRÎ BEREK HAT XWENDIN 
 
Rêvebera ÎHD’ê Gurbet Yavuz jî çîroka Bedrî Berek ê di 10’ê Gulana 1993’an de li Cizîra Şirnexê di binçavan de hat windakirin xwend û got ji wê rojê vir ve tu agahî ji Berek nehatiye girtin. 
 
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk anîn. 
 
ÊLIH 
 
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan jî di hefteya 441’emîn de li avahiya Şaxa ÎHD’ê li hev kom bûn û çalakiya “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Bên Darizandin” li dar xistin. Gellek kes beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Rêveberê ÎHD’ê Mehmet Zekî Tanguner di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji bo welat bigîhîje demokrasiyek rastî divê ewilî aqûbeta windayan bê eşkerekirin û kujer bên darizandin. 
 
Tanguner serpêhatiya windabûna Ahmet Tekîn ê di gulana 1994’an de dema ji Amedê diçû navçeya Licê, cendirmeyan ew binçav kir û carek din agahî jê nehat girtin vegot. 
 
 Piştî axaftinê 5 deqîqe çalkiya rûniştinê li dar xistin.