Xizmên windayan ên Êlihî ji bo Vedat Aydin hatin ba hev

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê, daxwaz kir ku berpirsên Vedat Aydin bê darezandin.

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Êlihê, çalakiya xwe ya hefteya 486’emîn a “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li avahiya  xwe lidar xist.

Xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windahiyên xwe hilgirtin. Endama Şaxa ÎHD’ê Gulbahar Kaya, di çalakiyê de axivî û xwest kiryarên Vedat Aydin ê  di 5’ê Tîrmeha 1991’an de hat destgîrkirin û piştî 2 rojan cenazeyê wî dibin pireke li navçeya Maden a Xarpetê hatibû dîtin, bên darizandin.

Kaya destnîşan kir ku heya edalet bê bicihanîn ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.