Xizmên Windayan 600 hefte ne li edaletê digerin

Xizmên Windayan û endamên ÎHD’ê yên li Amedê lêgerîna edaletê di hefteya 600’î de dewam dikin.

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê wek her hefte di hefteya 600’î de bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin, berpirs bên darezandin’ çalakiya xwe dewam kirin.

Xizmên Windayan ên li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê hatin ba hev, ji endamên Koordînasyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin axivî û pirsa ‘Kesên me yên we ber derê mala xwe bi wesayîtên spî yên Toros hatiye destgîrkirin, carekî din agahî jê nehatiye girtin li kû ne? Xizmên me yên di demê operasyonê de ji cihên wan koç kirin û destgîrkirin û demek dirêj êşkence kirin li kû ne? Gorên xizmên em yên li navendên destgîrkirinê bi zorê hatin windakirin li kû ne?’ nerazîbûn nîşan da.

Yalçin destnîşan kir ku dewlet û desthilata siyasî ya demek dirêj e li ber daxwazên wan bêdengin, bi şidet û zextê pêşwazî li edaleta wan dike.

Yalçin bal kişand ku heta li Tirkiyeyê tu kes di dema destgîrkirinê de bê windakirin, înkar û bê cezatî bi dawî nebe, Tirkiye nebe welatekî hiqûqê û demokrasiyê wê bêdeng nemînin û destnîşan kir ku heta windayê dawî neyê dîtin, heta berpirsên dawî neyên cezakirin, wê lêgerîna wan a edalet û heqîqetê bidome.