Xizmên Windakiriyan banga tevlêbûna çalakiya hefteya 700’emîn kir

Xizmên Windayan ragihand ku ew ê çalakiya xwe ya hefteya 700’emîn li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan Amedê li dar bixin û banga tevlêbûna çalakiyê li her kesî kir.

Çalalakiya “Bila Windakirî Bên Dîtin û Kujerên Wan Bên Darizandin” a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windakiriyan li Parka Koşuyoluyê li dar dixin, wê 9’ê Tîrmehê bikeve hefteyan 700’emîn. Şaxa ÎHD’ê ya Amedê li ser hefteya 700’an a çalakiyê dîmenek parve kir û xizmên windakiriyan ji bo hefteya 700’an banga tevlibûnê kirin.

Di dîmend de ewil xizmek ji xizmên windakiriyan Aynûr Ayşîn axivî û wiha got: “Ji Stenbolê heta bi Koşuyoluyê ev bûn 700 hefte ku em li vê derê rûdinin. Em dev ji doza windakiriyên xwe bernadin. Windakiriyên cihê windakiriyên me bibêjin ji me re.“

Ji Xizmên Windakiriyan Remziye Bayram jî xwest ku dewlet guhdariya wan bike û wiha pê de çû: “Em dixwazin hestiyên zarokên xwe bibînin. Bila ew jî êdî destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Ne 700 hefte lê hezar hefte jî di ser re bubuhurin em ê li vê derê bin.”

Di dîmen de ji Xizmên Windakiriyan Îffet Mutaş jî destnîşan kir ku 700 hefte ne çalakiyê dikin û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin failên zarokên me bên dîtin. Heta ku em sax bin em ê li zarokên xwe bigerin. Em dixwazin hestiyên zarokên xwe bibînin.”

Herî dawî jî Ferîde Gundem axivî û wiha got: “Ma çi sûcê birayê min hebû? Bêyî ku sûcekî wî hebe ji malê girtin û birin. Em niha li hestiyên wî digerin. Birayê min tê bîra min. Çi dibe bila bibe em ê di hefteya 700'an de li vê derê bin.”

Xizmên Windakiriyan her wiha bang li hemû derdoran kirin ku tev li çalakiya wan a hefteya 700’emîn bibin.