Xizmên şehîdên li Sûrê serdana malbata Arslan kirin

Malbatên şehîdên li Sûrê, serdana malbata Hakan Arslan ê ku cenazeyê wî piştî 7 salan di nava kîsik de radestî bavê wî kiribûn, kirin.

Malbatên kesên ku di 2’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Sûr ê Amedê di êrîşên qirker de şehîd bûn, serdana şîna li navçeya Qereyazi ya Erziromê ji bo Hakan Arslan ê cenazeyê wî piştî 7 salan di 29’ê Tebaxê de radestî bavê wî hat kirin, hatî danîn kirin. Malbat, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, rêvebirên rêxistina HDP’ê yên Erzirom û Qereyaziyê li şînê bûn.

‘ŞEHÎD RUMET Û PÊŞEROJA KURDAN E’

Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevseroka Komeleya Çandê û Yekîtiya Piştevaniya Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyetê Winda Kirîn (MEBYA-DER) Meryem Soylû axaftinek kurt kir. Meryem diyar kir ku kesên di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, rumet, pêşeroj û ronahiya Kurdan e û wiha got: “Tehemûla wan ji me re nîne. Dayîk û bavek qasî 7 salan li cenazeyê zarokê xwe digeriyan. Piştî 7 salan cenazeyê Hakan Arslan di nava kîsik de radestî bavê wî kirin. Ew bi vê yekê hêvî dikin ku Kurdan bitirsînin. Difikirin ku wê tune bikin. Lê nizanin ku di şexsê Hakan de her ciwanek Kurd dibe sed ciwanên Kurd. Nizanin ku hêrs û kîna Kurdan sed qat zêdetir dibe.”

Bavê Hakan Arslan Alî Riza Arslan got ku bi serdanên şînê barê wî sivik bû û spasiya her kesê ku tevlî şînê bûyî û piştgirî dayî wan, kir.

Piştî axaftinan malbata Hakan Arslan bi şandeya tevlî şînê bûyî re, serdana goristanê kir.