Malbatan serî li Parlamentoya Başûr dan

Malbatên kesên ku di Komkujiya Hewlêrê de hatin qetilkirin, ji bo eqûbata xizmên xwe serî li Parlamentoya Başûr dan.

Malbatên kesên ku di Komkujiya Hewlêrê de şehîd bibûn, li ber avahiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê hatin cem hev û daxwaznameyek pêşkêşî Parlamentoya Herêmê kirin. Xizmê şehîdan li ber avahiya Parlamentoya Herêmê wêneyên şehîdên komkujiya Hewlêrê û Xelîfanê hildan.

Daxwaznameya ku pêşkêşî Parlamentoya Herêmê hat kirin ji aliyê Xerîb Mihemed ve hat xwendin.

Di daxwaznameyê de wiha hat gotin:

“25 sal bi ser komkujiya Hewlêrê ku PDK’ê û dewleta Tirk pêkanî bûn, derbas bû. Li ser çarenûsa wan, tevî hemû hewldanan tu agahiyek nîne. Em dixwazin çarenûsa zarokên me werin aşkerakirin, hikûmet û saziyên peywendîdar bi fermî bersiva me bidin. Eger hatine şehîdxistin, cihê gorên wan û hestiyên wan bidin. Eger saxin û di girtîgehê dene, bila azad bikin.

Divê dawî li hemû dagirkerî û şer were anîn, bi taybet jî dagirkeriya dewleta Tirk. Ev dagirkerî bûye sedema malwêranî, talana jîngehê û xaka Kurdistanê. Ji bo wê pêwîste parlamento kar li ser vê mijarê bike, ji bo lêkolîna qurbaniyên şerê navxweyî û Komkujiya Hewlêrê, komîsyonek ava bike. Pêwîste Serokê Herêmê bi fermî daxwaza lêborînê bike û ji me re bêje, êdî şerê Kurd bi Kurd li Kurdistanê nayê kirin.”

Daxwazname radestî Biryardera Lijneya Kar û Barê Civakî û Parastina Mafê Mirovan ya li Parlamentoyê Bedriye Îsmaîl, parlamenter Ebubekir Helednî û Balanbo Mihemed hate kirin.

Piştî ku daxwazname hat pêşkêşkirin, parlamenterê YNK‘ê Balanbo Mihemed axivî û got:“Hêvîdarim ev ji bo hemû aliyên siyasî bibe dersek ku êdî behsa şerê Kurd bi Kurd nekin. Bila bibe wesîleya wê ku em hemû bi hevre hewl bidin xebata rewa ya gelê xwe bigihînin encamê. Em ê vê daxwaznameyê radestî Serokê Parlamentoya Herêmê bikin û hewl bidin radestî hikûmetê jî were kirin. Weke di daxwaznameyê de hatî gotin, eger ne saxin bin jî, bila hestiyên wan bidin malbatên wan.”