Xizmên girtiyan nerazîbûn nîşanî girtina Şadiye Manap dan

Xizmên girtiyan nerazîbûn nîşanî girtina Şadiye Manap dan, ku 30 sal di girtîgehê de ma û roja ku bê berdan careke din hat girtin. Xizmên girtiyan gotin, “Ji ber ku em Kurd in zilmê li me dikin.”

Nobedat Edaletê ku xizmên girtiyan ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan dabû destpêkirin, di roja 385’an de li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê dewam kir. Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) piştgirî da çalakiya malbatan. 

Dayika girtiyê nexweş Civan Boltan, Nazîme Boltan diyar kir ku wê daxwaza wan a edaletê bidome. Boltan destnîşan kir ku tevî ku rewşa girtiyên nexweş ne başe, lê rewşa li girtîgehan ne hatiye guhertin û got: “Meclîsê heta îro qala rewşa girtiyên nexweş nekir. Ji bo zarokên me hîn jî ti pêşketin ne hat kirin. Em dixwazin zarokên me tedawî bikin. Ger tedawiya wan neyê kirin bila wan berdin, em ê tedawiya wan bikin. Mafê zarokên me jî hene, çima zarokên me di heq û hiqûqê de bê par tên hiştin? Bila dubendiyê nexin navbera girtiyan. Tu sûcekî zarokên me tune ye, ew jî dizanin hemû dinya jî dizane ku zarokên me ji ber çi di girtîgehê de ne. Daxwaza me jî ew e ku zarokên me demildest bên berdan."

Boltan anî ziman ku ev nêzî 5 sal in kurê xwe Civan Boltan nedîtiye û wiha got: “Zarokên me dibin cihên li dûrî me. Ez nikarim biçim kurê xwe bibînim. Bila zarokên me bînin bajarên nêzî me ku em dikaribin zarokên xwe bibînin. Manap a ku 30 sal di girtîgehê de ma, roja ku bê berdan careke din hat girtin. Ev şerma vî welatî ye. Ji ber ku em kurd in zilmê li me dikin.”
Çalakî bi dirûşmeyên, "Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiqûq edalet" bi dawî bû.