Xizmên girtiyan li gel zexta polîsan jî çalakiyên xwe didomînin

Dayikên girtiyan ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê xwestin li Parka Koşûyolûyê çalakiyê bikin, lê belê polîsan li qada Batikentê ya Amedê dor li wan girtin. Li ser vê yekê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ne xwestin li Parka Koşûyolû ya navçeya Baglar a Amedê çalakiyê pêk bînin, lê belê li qada Batikentê dor li wan hate girtin. Dayikên girtiyan li ser vê yekê çalakiya rûniştinê li Batikentê kirin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokhan jî piştgirî dan çalakgeran.

Polîsan piştre jin û mêr ji hev qut kirin, ew kirin du kom û dor li wan girtin. Aydenîz a HDP'î nerazîbûn nîşan da û got, "Ji wan heye ku wê karibin gel li gorî dilê xwe birêvebirin, lê belê gel wê dawî li tecrîdê bîne û xwedî li girtîgehan derkeve."

Dorpêçiya polîsan didome.

Komeke din a ji xizmên girtiyan ku li kolana avahiya TUAY-DER'ê li hev civiya û xwest biçe parkê, hate dorpêçkirin. Dorpêça li wê qadê jî didome.