Xizmên girtiyan kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr pirs kirin

ji bo peydakirina kujerên parlamenterê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar û Rêvebirê DEP'ê yê Êlihê Metîn Kiliç ên ku 4'ê Îlona 1993'an li Êlihê hatin qetilkirin û Habîp Kiliç ê 2'ê Îlona 1993'an hat qetilkirin, xizmên girtiyan çalakiyek lidar xistin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê û malbatên girtiyan di çalakiya 544’emîn a “Wendakirî Bên Dîtin, Kujer Bên Darizandin” de li pêşiya Bîrdariya Mafê Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin cem hev û daxuyanî dan. Di çalakiya vê hefteyê de kujerên Habîp Kiliç ê 2’yê Îlona 1993’an li Êlihê hatibû qetilkirin û Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr ên di 4’ê Îlona 1993’an de hatibûn qetilkirin hatin pirsîn.

Çîrokên  qetilkirina Sîncar, Kiliç û Ozdemîr rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Huseyîn Elçî xwend. Elçî bal kişand ser pêdiviya dîtina kujerên wan û wiha axivî: “Kiliç di sala 1979’an de dest ji mamostetiyê berdide û tevlî têkoşîna azadiyê dibe. Kiliç zewicîbû û bavê 6 zarokan bû. Di girtîgeha Amedê de mexdûreke hovitiyê bû. Piştî ku ji girtîgehê derket, tevlî xebatên legal ên partiya siyasî bû. Li Êlihê tevgera azadiyê di nava gel de dide heskirin. Birayê wî Hîkmet Kiliç bi masîvaniyê debara xwe dikir. 2’yê îlona 1993’an tevî birayê xwe dikevin kemînê. Habîp Kiliç di kemînê de tê qetilkirin û Hîkmet Kiliç jî bi giranî birîndar dibe. Wê demê birayê wî Rêveberê Navenda Giştî yê DEP’ê Nesîmî Kiliç jî ji bo ku tevlî merasîma cenazeyê birayê xwe bibe hatibû Êlihê. Lê belê wê demê destûr nedabûn ku tevlî merasîma birayê xwê yê Hebîp bibe û wî nexistin nava Êlihê. Bi hinceta îfadeyên derew ên îtîrafkarên derbarê wî de doz hate vekirin û li Amedê hat binçavkirin.

Elçî bibîr xist ku Mehmet Sîncar ji bo kuştina Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokrasiyê (DEP)  Habîp Kiliç ronî bike hatibû Êlihê û ew jî di 4’ê îlona 1993’an de li gel rêveberê partiyê yê Êlihê Metîn Ozdemîr li navenda sûkê rastî êrîşê hat  û jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Em wek Şaxa Mafe Mirovan a Êlihê wekî her car careke din banga xwe nû dikin, tevahî wendakiriyan , yên di kuştinên faîlên wan nediyar de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û dibêjin ku lêgerîna edalet û heqîqetê ya mafparêzên mafên mirovan wê qet neqede.”