Xizmên girtiyan: Heta ku bêhiqûqî biqede em ê çalakiya xwe bidomînin

Li Wanê xizmên girtiyan li baxçeyê edliyeyê kom bûn û diyar kirin heta rewşa bêhiqûq biqede ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Nobeda Edaletê ya li Wanê didome. Malbat ji bo çalakiya xwe ya vê hefteyê li pêşiya Edliyeya Wanê hatin ba hev. Malbatan li baxçeyê edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. TÛAY-DER, nûner û endamên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl piştgirî dan malbatan.

Aslihan Tîmûr a ku xizmê wê jî girtî ye diyar kir daxwaza wan ev e ku li welatekî bi edalet bijîn û got “Her carê zarokên me sirgunî girtîgehên din dikin. Heta rewşa bêhiqûqiyê ya li ser zarokê me were rakirin, em ê li vir bin.”

Polîsan biryara walîtiyê kirin hincet û xwestin daxuyaniyê asteng bikin. Malbatan bi çepik û tilîliyan nerazîbûn nîşan dan.