Xizmên girtiyan: Desthilatdar bi dijminatiyê nêzîkî girtiyên Kurd dibin

Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de ne hatin ba hev û gotin, “Desthiladar bi çavê dijminatiyê nêzik dibe. Ji ber ku em Kurd in dibin hedef.”

Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, di roja 295’an de li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê dewam kir.

Endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) û Komeleya Înîsiyatîfa 78'an a Amedê piştgirî dan çalakiya malbatan.

‘BI ÇAVÊ DIJMINATIYÊ NÊZÎK DIBIN’

Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, Încî Guler axivî û got: “Tişta ku li me tê kirin tolhilandin e. Ji ber ku di girtîgehan de mirovên nexweş û pîr hene. Kal û pîrên ku neviyên xwe nabînin hene. Kesekî di temenê 83 salî de biçe ji derve dikare çi bike? Bi çavê dijminatiyê nêzî me dibin.”

Guler destnîşan kir ku wê polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li dijî girtiyên nexweş encam negrin û wiha dewam kir: “Dewlet dihizre ku îro bi zilmê encam bigre lê, dewletên herî barbar jî nekarî vê yekê bike. Îro ji ber ku em Kurd in, dewlet vê yekê li me dike. Bi salan in gelek qanên efûyê derxistin lê, ji bo Kurdan ne hatin derxistin. Operasyonan lidardixin, her kesê mîna terorîst îlan dikin, li zîndanan digrin. Zarokên me ne ‘terorîst’ in. Em Kurd ji ber ku bi zimanê xwe diaxivin di zîndanan de ne. Lê em ê li dijî van heta dilopa xwîna xwe ya dawî têbikoşin.”

Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.