Xezîneyî: Efrîn wê dawiya desthilatdariya Erdogan bîne

Mam Celal Xezîneyî, got ku îro roj roja xîretê û xweîspatkirinê ye. Her kes bi şêwazekî dikare çek bigire biçe êniyê şer. Yên dîtir jî divê hemû bi can û malê xwe têxin xizmeta Efrînê.

Mam Celal Xezîneyî, diyar kir ku divê em vê baş bizanibin îro roj roja xîretê ye duh dagirkera Kerkûkê girtin, Îro êrîşê Efrînê dikin eger ku em îro di Efrînê de çokê dagirker neşkînin, wê sibe Mihabat, Kirmaşan û dusibe jî wê Hewlêr û Kurdistan dagir bikin.

Mam Celal Xezîneyî, ev tişt anî ziman çawa ku Sedam êrîşê li ser Kuweytê kir ku ew êrîş bû destpêka sedema dawiya desthilatdariya wî. Ev êrîşa li hemberê Efrînê jî wê bibe destpêka dawiya desthilatdariya Erdogan.

Pêşmergê Dêrîn ê partiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistan(YNK) ê, Mam Celal Xezîneyî di berbarê dagirkirina Efrînê ya dewleta Tirk ji ajansa me re axifî. Mam Celala Xezîneyî Efrînê wek gula xweşik a Kurdistanê pênase kir û girîngiya têkoşînaê bi van peyvan anî ziman: “Beriya her tiştî ez hevalên YPG-YPJ’ ê ku di eniyê şer de cih digrin û tevahî şehîdên şoreşê û nemir mam Celal bi bîr tînim. Erdoganê bê exlaq destûra hicûmekî her alî li ser gula herî xweşik a niştîmanê Kurdan Efrînê da. Efrîn tenê ne ya Efrîniyan e. Efrîn ya hemû Kurdan e. Efrîn Kurdistan e. Xwişk û birayê me yên hêja ger ku piçek hestan wan ên niştîmanperwerî hebe, li ser Efrînê divê were deng. Îro roj roja xîretê û xwe îspatkirinê ye. Her kes bi şêwazekî dikare çek bigre biçe êniyê şer. Yên dîtir jî divê hemû bi can û malê xwe têxin xizmeta Efrînê. Em divê vê baş bizanibin îro roj roja xîretê ye doh dagirkera Kerkûkê girtin, Îro êrîşê Efrînê dikin eger ku em îro di Efrînê de çokê dagirkeran neşkînin, wê sibe Mihabat, Kirmaşan û dusibe jî wê Hewlêr û Kurdistan dagir bikin.”

 ‘EM Ê EFRÎNÊ JI DEWLETA TIRK RE BIKIN GORISTAN’

Mam Celal, bang li gelê Kurd kir û balkişand li ser xurtkirina eniya şer û hêvî, baweriya xwe ya li hemberê gelê Efrînê,şervanê YPG-YPJ û PKK’ê wiha anî ziman: “Xwişk û birayê min ê hêja yê her çar parçeyê Kurdistanê, gerek em eniyê şer ê Efrînê wisa bi hêz bikin ku yek leşkerên dewleta Tirk a dagirker bi saxlemî vengere cihên xwe. Efrînê ji wan re bikin goristan. Tenê em Efrînê ji leşkeran re nexin goristan. Ji desthilatdariya AKP-Erdogan re bikin goristan. Hêviya min ew e ku em ê di Efrînê de bi ser bikevin û hêviya min di cih de ye. Ji ber ku li wir hêzekî şerker ê Apoyî û şoreşgerên wek YPG-YPJ û PKK heye. Wana bi vê şerê ve xwestin cîgerê me bişewitînin, lê em ê firsendê nedin wan û em ê cîgerê wan bişewitînin. Çawa ku Sedam êrîşê li ser Kuveytê kir, ku ew êrîş bû destpêka sedema dawiya desthilatdariya wî. Ev êrîşa li hemberê Efrînê jî wê bibe destpêka dawiya desthilatdariya Erdogan.”

 ‘DIVÊ KURD BI LEZGÎN YEKÎTIYA XWE AVA BIKE’

Mam Celal bangê Kurdê bi şeref kir ku divê demildest di eniyê şer de cih bigrin û bal kişand li ser girîngiya yekîtiya gelê Kurd û wiha axivî: “Peyama min ji bo her kesekî bi şeref ê Kurd ew e ku, em xwe zû bigihîjînin Efrînê. Li ser Efrînê êrîş çêdibin bi her awayî, em li gor şerefa xwe, li gor niştimanperwerî, însanî em mafdar in. Em ê Efrînê ji zalim û dagirkeran re bikin goristan. Ger ku em îro li dijî dagirkeriya li hemberê Efrînê şer nekin wê xwedê jî dîrok jî me efû neke, ew ê hesab ji me bixwaze. Ji ber ku em mafdar in em ê bi ser bikevin, wê Erdogan têk biçe.Divê em di vê demê de hemû Kurd bibin yek. Îro dijminê Kurda li hemberê Kurda bûne yek, divê êdî em Kurd jî yekîtiya xwe demildest ava bikin. Li hemberê êrîşa li ser Efrînê divê em bêdeng nemînin. Bêdengiya li hemberê Efrînê ji bo kurda tê wateya îxanetê.Divê em dersekî wisa di Efrînê de bidin dewleta dagirker a Tirk, bila dagirkerî bîra wan biçe.Emê soz û xeyalên hevalên xwe yên şehîd pêk bînîn.”

 ‘AZADIYA KURDISTAN WÊ BI VÎNA PKK’Ê VE MÎSOGER BIBE’

Mam Celal Xezîneyî herî dawî berxwedana gelê Efrînê û şervanê YPG-YPJ û PKK’ê silav kir hêviyê xwe bi van gotina ve anî ziman: “Ez wek peşmergeyekî dêrîn ji sala 1976’an vir ve çek di destê min de ye û di nava pêşmergê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistan(YNK) de cih digrim. Çiqas hêviya min YNK’ê hebe sed qatê wî hêviya min ji PKK’ê heye. PKK çavê me ye, dilê me ye,hêviya me ye. Ez di vê baweriyê de me, azadiya Kurdistan wê bi îradeya PKK’ê ve mîsoger bibe. Herî dawî ez berxwedana gelê Efrînê, berxwedana şervanên YPG-YPJ’ê silav dikim. Bila gelê Efrînê nebêjin em bi tenê ne. Em li gel wan in.  Serkeftin wê ya gelê Efrînê be. Neman, rûreşî û binkeftin wê ya Erdogan û leşkerê wî be.”