Xezeba Firatê: Gundê El Keçla ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê gundê El-Keçla ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê gundê El-Keçla ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.
Qonaxa Sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê, li rojhilatê Reqayê bi rengekî serketî dewam dike. Li baskê Bîr Hebayê piştî şerekî dijwar gundê El Keçla yê bi 20 kîlometreyan li rojhilatê Reqayê ye, ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin.
Danê sibehê jî şervanan gundê Gubar ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Duh bi şev jî şervanên Xezeba Firatê Girê Stratejîk Menxer Xerbî ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kiribûn.